Temellî: Divê em dengê Leyla Guven bilind bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Hêzên demokrasiyê û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê, divê li dijî tecrîdê dengê Leyla Guven bilind bikin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Hêzên demokrasiyê û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê, divê li dijî tecrîdê dengê Leyla Guven bilind bikin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, beriya civîna Meclîsa Partiyê li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rojeva heyî daxuyanî da.
Temellî bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi rengekî nehiqûqî hate girtin û bi berdanê re beşek ji rewşa nehiqûqî ji holê hate rakirin, lê belê hîn jî bi dehan wekîl û siyasetmedarên hilbijartî li girtîgehê ne.
Sezaî Temellî got, "Hîn jî parlamenterên me yên girtî hene û ez dixwazim vê rewşa ku hiqûqê nas nake teşhîr bikim. Me serdana Leyla Guven kir. Silavên xwe li civakê û gelê me heye. Diyar kir ku wê greva birçîbûnê bi biryardarî bidomîne. Yên ku hewl didin berdana wê û greva birçîbûnê bi hev ve girê bidin, xwe şaş dikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiyeke ku li dijî tecrîdê ye. Hem Leyal Guven hem jî zêdeyî 230 girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne û nêzî 1000 hevalên me yên bi rengekî bêdawî-bidorveger di greva birçîbûnê de ne, dixwazin tecrîd bi dawî bibe."
Temellî bi bîr xist, tecrîd hîn jî didome û heta bidome xuya ye wê grevên birçîbûnê zêde bibin û got, "Grevên birçîbûnê heta bidawîbûna tecrîdê wê bidome. Ji bo greva birçîbûnê rê li ber mirina mirovan veneke û hevalên me jiyana xwe ji dest nedin, em bang li desthilatdariyê dikin. Daxwaz vekirî ye. Tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîda ku 20 sal in didome, ne ya qebûlkirinê ye. Tecrîda ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hatiye şidandin, binpêkirina mafên mirovan a giran e. Malbat, parêzer nikarin bibînin. Daxwaza Leyla Guven eşkere ye. Bi hevdîtineke 2,5 salan carekê, hikumet dixwaze civakê bixapîne. Ev yek nayê wê wateyê ku hevdîtinên malbatê pêk tên. Hevdîtina malbatê têrê nake. Divê Birêz Ocalan jî karibe ji mafên hikumxwaran sûdê werbigire ku mafê wî yê herî xwezayî ye."
Temellî diyar kir, tecrîd bûye sîstemeke, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û wiha dewam kir: "Tecrîdkirina Tirkiyeyê di mijara aştî û mafên mirovan de rêya Tirkiyeyê dixitimîne. Divê bê dîtin ku ev yek li Rojhilata Navîn rê li ber kîjan encaman vedike. Pêwîste hêzên demokrasiyê, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê dengê Leyla Guven ê li dijî tecrîdê bilind bikin. Eger tecrîd bi dawî nebe, ev welat wê bikeve nava rewşeke xerabtir ku ji şert û mercên heyî girantir be."
MUTABAQATA EDENEYÊ
Temellî polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojhilata Navîn rexne kir û got, "Bala xwe bidinê; yên ku Rojhilata Navîn wêran kirine, dema ku tengav dibin li formuleke nû digerin. Di asta herî bilind de bêpîvan in. Tiştekî bi navê Mutabaqata Edeneyê careke din datînin ber me. Bi vê yekê re hewl didin tengaviya xwe li gelên Tirkiyeyê, li gelê Kurd ferz bikin. Rêya wan ne rê ye, ev yek hilweşîneke mezin e. Ne bi Mutabaqata Edeneyê, rê êdî bi aştiyê vedibe."