Li Tarsûsê zextên li çalakgerên greva birçîbûnê zêde bûn

Li Girtîgeha bi Hejmara 1'ê ya Tîpa T a Tarsûsê, 10 girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne û 2 kesên li ber wan e, bi zorê li qawîşa ji 5 kesî hatin bicihkirin.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin. Li Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Tîpa T a Tarsûsê, gardiyan bi zorê ketin qawîşa ku 10 girtiyên di grevê de ne û 2 kesên li ber wan e lê diman û ew ji xistin qawîşeke ji 5 kesan. 12 girtiyên ku li cihekî teng hatine bicihkirin, êşa serî bi wan re peyda bûye.

Girtiyan li malbatên xwe geriyan û li ser mijarê agahî dan. Girtiyan diyar kirin, îradeya girtîgehê ji bo şikandina berxwedana greva birçîbûnê zextê dike.

Girtiyan ragihandin, rêveberiya girtîgehê bi bahaneyên cuda xwê, şekir û lîmon nade wan.