Rêveberên Partiya Çep ên li Ûppsalayê destek dan grevên birçîbûnê

Parlamenter û rêveberên Partiya Çep ên li bajarê Ûppsala yê Swêdê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û piştevaniya grevên birçîbûnê li hev civiyan.

Wekîl û rêveberên Partiya Çep a Swêdê, wêneyên Leyla Guven hildan û diyar kirin ku piştgiriya wan a ji bo çalakgeran wê heta bidawîbûna tecrîdê bidome.

Parlamenter Îlona Szatmarî Waldaû astengkirina hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi parêzer û malbatê rexne kir û got, "Divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bbe."

Serokê Partiya Çep ê Herêma Ûppsalayê Torbjorn Bjorlûnd bi bîr xist ku mafên mirovan ji bo her kesî, ji bo lîderê Kurd Abdullah Ocalan jî derbasdar e.

Ji rêveberên partiyê Yekbûn Alp jî diyar kir ku ew kêfxweş in ji ber ku Leyla Guven azad bû û hêvîdar in girtiyên siyasî hemû bên berdan. Alp got, "Ji bo demokratîkbûna welêt û çareseriyeke aştiyane divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe."