Çalakiya greva birçîbûnê ya li Adîgeyê dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Komara Xweser a Adîgeyê hatibû destpêkirin dewam dike. Gel serdana çalakvanan dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê Kurdên li Komara Xweser a Adîgey a girêdayî Federasyona Rûsya ya ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin dewam dike.

Greva ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Adîgey (Agirî) û Organîzasyona Jinên Kurd a Adîgayê ve hate organîzekirin, gel ser bê navber serdana çalakvanan dikin.

Di çalakiya li Navenda Çanda Kurd a Adîgeyê dom dike de Hevseoka Komeleya Çanda Kurd Sînem Broyeva axivî û got: “Bi sedan Kurdistanî û şoreşger li zindanên Tirkiye û derveyî welat ji bo protestokirina pêkanînên der mirovî yên dewleta Tirk bendenên xwe dane ber mirinê. Em gelê xwe yên bi rûmeta xwe li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê ya li ser Rêberê me û gelê me dide meşandin ji dil û silav dikin û çalakiya wan piştgirî dikin. Em Kurdên li Rûsyayê ji bo piştgirîkirina we û protestokirina tecrîda li ser Rêbertiya xwe dest bi grevê kiriye.”