Partiya Çep wê hewl bide pêkanîn li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê ya li Parlamenta Ewropayê Malîn Bjork diyar kir, Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nake, qanûnên navneteweyî binpê dike û ji bo pêkanîn lê bê ferzkirin wê hewl bidin.

Bjork serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Gavleborgê kir. Bjork bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Konseya Ewropayê yên li ser tecrîdê û Leyla Guven û got, "Erdogan bi qasî ku karê navxweyî yê Yekîtiya Ewropayê tevlîhev bike zêdegaviyê dike û êdî ketiye rewşeke metirsîdar. Lê mixabin Ewropa helwesteke têrker a xurt nîşan nade."

Bjork ragihand, dewleta Tirk bicihkirina navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê' bi kar tîne û got, "Li Swêdê yekane partiya ku dixwaze navê PKK'ê ji lîsteyê bê derxistin Partiya Çep e."

Bjork diyar kir, ji bo partiyên din jî heman helwestê nîşan bidin divê Kurdistanî hewl bidin.

Li ser xemsariya Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî tecrîdê û helwesteke bi biryar a Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî Tirkiyeyê Bjork got, "Me heta niha li nava Yekîtiya Ewropayê hewl dan bi rêyên qanûnî zorê bidn. Lê belê ji niha û pê ve em ê bi komîserên Yekîtiya Ewropayê yên ji bazirganî û aboriyê berpirsyar in hevdîtinê bikin û hewl bidin encamê bigirin."

Bjork bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdê û diyar kir, wê piştevaniya xwe bidomînin.