ROJANE
Hemû Nûçe
-
45 girtiyên jin di greva birçîbûnê de ne
Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, a bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala rabe, kete roja 77'an,her wiha hate gotin 44 girtên jin jî bi heman daxwazê di grevê birçîbûnê de ne. -
Fransa nikare bêdeng bimîne
Serokê UDÎ-Demokrat û Serbixweyan Jean-Chrîstophe Lagarde têkilî tecrîdkirina Ocalan û rewşa Leyla Guven nameyek ji Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Yves L Drîan re nivîsî. -
Mehkûmên siyasî yên li Elmanyayê jî dikevin greva birçîbûnê
Mehkûmên siyasî yên li Elmanyayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan dikin. -
Li Helsîngborgê çalakiya ji bo grevên birçîbûnê
Li bajarê Helsîngborg ê Swêdê, Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser berxwedana Leyla Guven çalakî lidarxistin. -
Lîsteya çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger -NÛ BÛ
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtî di greva birçîbûnê de ne. Heta niha li 59 girtîgehan 240 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. -
Heyva Sor a Kurdistanê ji Efrîniyan re alîkarî şand
Saziya Alîkariya Mirovî Heyva Sor a Kurdistanî ragihand ku 300 hezar Euro alîkariya madî ji Efrîniyên li herêma Şehbayê re şandine. -
Ji 14’ê Tîrmehê heta Strasboûrgê
Kemal Pîr yek jî wan kesan bû ku di sala 1981’ê de qala rojiya mirinê kiribû. Piştî çalakiyên Mazlûm Dogan û çar şoreşgeran Kemal Pîr di 14’ê Tîrmehê de ketin rojiya mirinê. Kemal Pîr bû yekemîn şehîdê rojiya mirinê û 7’ê Îlona 1982’an de şehîd bû. -
ROJEVA 23'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Çileya 2019'an. -
Çalakiyên ji bo piştevaniya Leyla Guven dewam dikin
Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li ser piyan e. -
Olûç ji bo Leyla Guven bang li YE, PE û CPT'yê kir
Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç got, ''Her roja ku dibihure ji bo Leyla Guven tê maneya ku ber bi dawiyê ve diçe'' û bang li YE, PE, CPT'yê kir ku tevbigerin. -
Leyla Guven ev 12 roj in bi kesî re hev nabîne
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe ev 76 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji ber sedema ku rewşa tendiristiya wê giran bûye ev 12 roj in bi parêzerên xwe re hev nabîne. -
ÎHD: Êşkence li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu tê kirin!
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê diyar kir ku êşkence li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê tê kirin. -
SES: Divê demildest ji bo grevên birçîbûnê gav bê avêtin!
SES’ê hişyarî da ku grevên birçîbûnê di qonaxeke krîtîk de ne, lewre divê demildest gav bê avêtin. -
8 girtiyên din tevlî greva birçîbûnê bûn
Li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Kalkandere ya Rîzeyê 8 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. -
Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Bû cara 783'an ku serî lê didin. -
Êşkenceya li girtîgehan didome
Leyla Akyildiz a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin ji bo ku li nexweşxaneyê mûayeneya bi kelepçeyê qebûl nekir, êşkence lê hate kirin. -
Dadgeha Elman di doza 'Bijî Serok Apo' de biryara beraatê da
Li gel siyaseta krîmînalîzekirinê ya polîs û dozgerên Elman, dadger biryarê didin ku sembolên Kurdan 'sûc' nînin. Dadgeha Berlînê, di doza Kurdistaniyekî de ku ji ber qîrîna dirûşma 'Bijî Seork Apo' dihate darizandin, biryra beraatê da. -
TSP: Erka me ya dîrokî ye ku em piştevaniyê xurt bikin
Platforma Dengê Girtiyan bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedêrên greva birçîbûnê û diyar kir, wezîfeyeke dîrokî ye ku li her qada jiyanê piştevanî bê xurtkirin. -
ROJEVA 22'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Çileya 2019'an. -
Ji Bobby Sands heta Denîzan: Grevên birçîbûnê
Grevên birçîbûnê heta salên 1980'î di kevneşopiya berxwedanê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê de cihekî xwe yê girîng nebû. Mînakên xwe yên li dinyayê, bêhtir xwedî bandor û şopên çandî bûn. -
Cenazeyê Îlhan Berktay hate veşartin
Cenazeyê profesor Îlhan Berktay li Goristana Zîncîrlîkûyû bi merasîmekê hate veşartin. -
HDP: Nûçeyên grevên birçîbûnê li girtîgehan tên astengkirin
HDP’ê diyar kir ku rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de. HDP’ê ragihand ku rewşa Leyla Guven giran e. -
Li Uskudarê 7 hezar hilbijêrên sixte hatin tespîtkirin!
Li Uskudara Stenbolê 7 hezar hilbijêrên sixte hatin tespîtkirin. CHP’ê diyar kir ku daxwaznameya îtîrazê ya ji bo 2 hezar û 228 hilbijêran hatiye redkirin. -
Rewşa Guven giran e: Bi keça xwe re hevdîtin pêk neanî
Rewşa tenduristiya Leyla Guven a di greva birçîbûnê de giran e û nekarî bi keça xwe re hevdîtinê pêk bîne. -
Aysel Tûglûk jî di greva birçîbûnê de ye
Alîkara berê ya Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk jî beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û bi sedan girtiyên din bû.