Tecrîda li dijî Ocalan li Parîsê hate protestokirin

Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurd û dostên wan li Parîsê daketin qadan.

Li gara trênê ya li Parîsê li pêşiya l’Est’ê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Azadî ji Ocalan re’ hate hildan û wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê hatin vekirin.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê ku li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê tevlî çalakiyê bû.

Koç got ku, “Em amade ne, berdêlê bidin. Çalakiya Leyla Guven di serî de, çalakiyên greva birçîbûnê gavên bi paş ve bi faşîzma AKP û MHP’ê daye avêtin lê tecrîd hê jî didome. Heta ku tecrîd bişikê wê çalakiya me bidome.”

Dia çalakiyê de sloganên ‘Em hemû Leyla ne, Nasir in û Yuksel in’ hatin berzkirin.