Li kongreya Partiya Çep biryara destekkirina grevên birçîbûnê
Li kongreya rêxistina NRW'ê ya Partiya Çep a Elmanyayê, ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştgirî hate dayin.
Li kongreya rêxistina NRW'ê ya Partiya Çep a Elmanyayê, ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştgirî hate dayin.
Piştgiriya partiyên siyasî yên li Elmanyayê yên ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomn.
Rêxistina eyaleta Westfalya Bakurê Ren (NRW) a Partiya Çep a Elmanyayê, li bajarê Oberhaûsenê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de bi pêşniyara delegeyan biryar hate wergirtin ku destek ji grevên birçîbûnê re bê pêşkêşkirin.
Delegeyên kongreyê di dawiya kombûnê de derketin ser dikê û wêneyên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku 81 roj in di greva birçîbûnê de ye hildan.
Delegeyan diyar kirin, ew piştgiriyê didin Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê û gotin, divê tecrîd bi dawî bibe ku grevên birçîbûnê yên bi vê daxwazên tên kirin di asta krîtîk de ne.
Delegeyan ala HDP'ê jî vekirin û piştgirî dan mûxalefeta li Tirkiyeyê ku di nava şert û mercên giran de têdikoşe. Di biryareke kongreyê de hate xwestin, girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû bên berdn.
Parlamenterên Partiya Keskan û SPD'ê yên mezintirîn eyaleta Elmanyayê NRW'ê gotibûn, divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.