ROJEVA 27'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Çileya 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Çileya 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Dewleta Tirk, sala 1991'an bi rêya îstîxbarata xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih bû û ji sala 1997'an û vir ve jî bi dehan baregehên xwe yên leşkerî li herêmê heye. Ji ber êrîşên dewleta Tirk heta niha bi sedan sivîl mirine.
- Parlamenterên Partiya Keskan û SPD'ê yên mezintirîn eyaleta Elmanyayê NRW'ê gotin, divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
- Parlamenter û rêveberên Partiya Çep ên li bajarê Ûppsala yê Swêdê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û piştevaniya grevên birçîbûnê li hev civiyan.
- Ciwanên endamê koma şoreşger a bi navê 'Revolûtîonnare Jûgend Grûppe' li bajarê Bern ê Swîsreyê li hev civiyan û piştgirî dan greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê.
- Li gel peymana li ser penaberan a navbera desthilatdariya Erdogan û Yekîtiya Ewropayê, hejmara penaberên ji Tirkiyeyê berê xwe didin Ewropayê kêm nabe. Hejmara penaberên sala 2018'an di ser Tirkiyeyê re hatin, 50 hezar derbas kir.
- Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Cizîrê Mehmet Zirig got, "Gelê Cizîrê bi rêjeya 82 ji sedî hem îradeya xwe destnîşan kiri, hem jî nîşan da ku dikare xwe birêve bibe. Gelê Cizîrê eger bi rêjeya 82 ji sedî dabe, vê carê dikare bike 90 ji sedî."
- Gelê Erdîşê ku bi berxwedana xwe ya Geliyê Zîlanê di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e, namzetên wê yên hevşardariyê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala wê dawî li talana qeyûm bînin.