Xizmên windayan li Amed û Êlihê li hev civiyan
Li Amed û Êlihê xizmên windayan lêgerîna edaletê vê hefteyê jî domandin. Di çalakiya li Êlihê de girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin.
Li Amed û Êlihê xizmên windayan lêgerîna edaletê vê hefteyê jî domandin. Di çalakiya li Êlihê de girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan vê hefteyê jî li aqûbeta windayan pirsîn û edalet xwestin. Li Êlihê xizmên windayan vê hefteyê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî dan û aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû pirsîn. Li Amedê jî rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan, ji ber polîsan qada Parka Koşûyolû dorpêçkiribûn, li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan û li aqûbeta windayan pirsîn.
ÊLIH
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Êlihê û xizmên windayan di hefteya 426’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Ji hefteya 405’an heta niha xizmên windayan rastî astengiya polîsan dihatin û nekarîbûn li derve daxuyaniyê bidin. Di biranînê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD), parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan amade bûn.
Xizmên windayan li qadê pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin vekirin. Dîsa wêneyên kesên di demên cuda de hatin windakirin hate hildan. Xizmên windayan bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî ku li dijî tecrîdê ketine greva birçibûnê û destnîşan kirin ku daxwazên Guven û girtiyan, di heman demê de daxwazên wan in jî. Rêveberê ÎHD'ê Abdurrezak Kapmaz, ewil bal kişand ser tecrîdê û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî hat berdan jî çalakiya xwe ya li dijî tecrîdê berdewam dike. Ji ber tecrîd hêj didome. Li girtîgeha tîpa M a Êlihê û gelek girtîgehên din girtiyan bi heman armancê ji 27'ê Mijdarê de dest bi greva 10 roj dorveger û bêdawî kirine. Daxwaza girtiyan û Leyla Guven heman daxwaz e. Em wekî parêzvanên mafên mirovan dixwazin demek beriya demekê daxwazên Guven û girtiyên din pêk bînîn.
Kapmaz, piştre aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû yê di 1995'an de hat revandin û windakirin pirsî û got: "Esker û polîsan bi ser mezraya Zediya ya Kozlûkê de girtin û Mehmet Şîrîn Maltû destgîr kiribûn û piştre tu agahî ji Maltû nehat girtin.
AMED
Li Amedê jî Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi heman armancê xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû daxuyanî bidin. Lê ji ber polîsan Parka Koşûyolû dorpêç kiribûn malbatan li avahiya ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî dan. Malbatan pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên girtiyan bilind kirin. Gelek nûnerên saziyên civakî jî tev li çalakiyê bûn. ÎHD'ê û Xizmên windayan vê hefteyê li aqûbeta Bedrî Alagam pirsîn ê ku di 25'ê Çileya 1995’an de li navçeya Sûrê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Adnan Orhan, diyar kir k wekî malbat li Qada Galatasarayê dest bi vê çalakiyê kirin û niha li vir berdewam dikin. Orhan, destnîşan kir ku malbata wî bi salan e têkoşîna aqûbeta windayan dide û wiha got: "Em pir eşkere û zelal dibêjin. Bila aqûbeta windayên me bên ronîkirin. Em baş dizanin ku kê çawa winda kirin. Lê em van delîlan pêşkêşî rayedaran dikin, mixabin vê yekê înkar dikin. Hita niha qet nehatin darizandin. Em ê heta dawî têkoşîna aqûbeta windayan bipirsin. Piştre aqûbeta Bedrî Alagam pirsîn. Rêveberê Şaxê Ya ÎHD'ê Îrfan Ekîncî çîrok û aqûbeta Bedrî Alagam xwend û destnîşan kir ku piştî li Bazara Mastvanan a Sûrê hate destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin.” Ekîncî, da zanin ku wê demê Alî Gunbey, Seyfettîn Gunbey û Mesût hatin destgîrkirin û wê rojê Bedrî Alagam jî destgîr kirin û piştî demekê serbest berdan, lê êvarî dîsa destgîr kirin. Gundiyê wî Abdurrezak Gungormuş agahî da malbatê. Hevalên ku bi Alagam re hatibûn destgîrkirin hatin berdan lê Alagam carek din nehat berdan.