ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Mizrakli bi daxwaza 7,5 heta 15 sal ceza doz hate vekirin
Ji bo Heveşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli bi daxwaza girtinê ya 7,5 heta 15 sal cezayê girtinê doz hate vekirin. -
Hunermendan li dijî êrîşên li ser Rojava konserên xwe betal kirin
Hunermendên bi navê Kemal Mihemed û Şehram Nazirî ji ber êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Rojavayê Kurdistanê biryar dan konserên xwe betal bikin. -
Endama meclîsa HDP’ê Atag hate girtin
Endama Meclîsa Şaredariya Hênê Gulîstan Atag hate girtin. Endamên meclîsa şaredariya Colemêgrê nerazîbûn nîşanî desteserkirin û girtina hevşaredaran dan. -
Asli Erdogan tekzîp weşand
Nivîskar Asli Erdogan diyar kir ku hin gotinên wê yên di hevpeyvîna di rojnameya Le Soîrê ya Belçîkayê de şaş hatine dayîn. -
QSD: Di bersiva hêzên me de 24 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê didomin. Hate ragihandin ku di bersivdana hêzên wan de 24 çete hatin kuştin. -
Bûldan: Tişta ku DAÎŞ'ê nikarî bike AKP li wir dike!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir tişta ku DAÎŞ’ê nikarî bike, AKP dixwaze bike û got ku “Tirkiye aborî, edalet û demokrasiya wê hilweşiyaye.” -
HPG'ê şeş şehîdên berxwedana Xakurkê bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê şeş gerîlayên di meha Gulanê de li Xakurkê ji ber bombardûmana artêşa Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest dan, agahî bi raya giştî re parve kir. -
Polayê Swêdê li dijî Kurdan tê bikaranîn
Kovara Kvartal a li Swêdê tê weşandin ragihand, ku wesayitên zirxî yên ji polayên Swêdê tên çêkirin li Rojava di êrîşên dijî Kurdan de hatine bikaranîn. -
Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Le Temps nivîsî: Li kişika Sûriyeyê pokerê derewîn
Rojnameya Le Temps a Swîsreyî ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî agirbestê şer didome. -
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Ceren Guneş bi bîr anî
Fermandariya Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Ceren Guneş a ku li Rojava şehîd bû bi bîr anî û diyar kir, "Em ê destûrê nedin dagirkeran." -
Hikumeta Elman dawiya dawî li dijî qeyûman tiştek got
Elmanya ku li pêşberî sûcên rejîma Erdogan bêdeng e, li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên HDP'î taliyê tiştek got. Raydara hikumeta Elman Barbel Kofler got, "Hurmeta li encamên hilbijartinê şertê destpêkê yê demokrasiyê ye." -
Nobeta Azadiyê: Berpirsyariya li hemberî tecrîdê ya Ewropayê ye
Çalakiya Nobeta Azadiyê ya Azadî ji Ocalan re ya ku li pêşiya Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin di hefteya 385’an de didome. Çalakgeran bang li Ewropayê kirin ku bila berpirsyariya xwe bi cih bîne. -
Enternasyonalîstên li Rojava ji bo parastina şoreşê bang kirin
Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava bi karên mirovî radibin ji bo parastina Rojava bang kirin. Enternasyonalîstan gotin, "Bi parastina Rojavayê em ne tenê gel û şoreşa li vir diparêzin, lê em hêviya ku cîhanekê din mumkîn e diparêzin." -
ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Mijdara 2019'an. -
HDP: Yek gavê jî bi şûnde navêjin!
HDP’ê ragihand ku li dijî darbeya qeyûman gavekê jî bi şûnde navêjin û bang li AKP-MHP’ê kir û got: “Dawiya we hatiye. Hûnê cihê xwe weke yên mîna xwe yên berê li sergoya faşîzmê bigirin.” -
'Waliyên mêtingehan li şaredariyên HDP'ê wezîfedar dikin'
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bal kişand ser desteserkirinên şaredariyan û got ku “Walî û kaymakamên mêtingehan li ser şaredariyan peywirdar dikin.” -
QSD'ê bersiv da êrişan: Herî kêm 61 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan didomin. Li gorî daxuyaniya QSD'ê di bersiva şervanên wan de herî kêm 61 dagirker hatin kuştin. -
Milîsên HBDH'ê yatek luks û navenda Alî Kûşçû şewitandin
Milîsên HBDH'ê diyar kirin ku li peravê Bebek ê Stenbolê yatek luks û Navenda Zanyarên Ezmanî ya Alî Kûşçû ya li Mamak a Enqereyê ku "yek ji sembolên faşîzma AKP'ê ye" şewitandine. -
Li Amed, Wan û Edeneyê li dijî polîsan çalakî hatin lidarxistin
Li Amed, Wan û Edeneyê li dijî polîsên Tirk û kesên bi AKP’ê re dixebitin hin çalakî hatin lidarxistin. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed ev çalakî li xwe girt. -
Li Kerbelayê li nêzî nûnertiya Îranê sê xwepêşandêr hatin kuştin
Li bajarê Kerbela yê li başûrê paytexta Iraq Bexdayê ye, li nêzî konsolosxaneya Îranê xwepêşandaneke şermezarkirinê pêk hat. Di dema xwepêşandanê de sê çalakger hatin kuştin. -
KCDK-E: Peymana gelan ji bo me esas e, ne ya desthilatdaran
KCDK-E'yê destnîşan kir ku gelên dinyayê di 2'ê Mijdarê de li Rojava bûn xwedî û ragihand, "Peymana gelan ji bo me esas e, ne ya desthilatdaran." -
Dagirker bombeyan li Zirganê dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran bombeyan li nehiyeya Zirganê dibarînin. -
Li Swêdê 6 meleyên DAÎŞ’ê serbest hatin berdan
Li Swêdê 6 endamên DAÎŞ’ê yên ku di meha Gulanê de hatibûn girtin, serbest hatin berdan. -
'Parazîtên Erdogan' êrişî weşanên Dengê Welat dikin
Li gel êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, weşanên radyoya Dengê Welat jî dibin hedefa êrişên rejîma Tirk.