Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Ji bo Mizrakli bi daxwaza 7,5 heta 15 sal ceza doz hate vekirin

Ji bo Heveşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli bi daxwaza girtinê ya 7,5 heta 15 sal cezayê girtinê doz hate vekirin.

Di derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê piştî ji erkê hate girtin û li ser îtirafên Hîcra Berna Ayverdî hate girtin û şûnde, lêpirsîna bi sûcê ‘endamê rêxistinê’ temam bû, doz hate vekirin. Îdanameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku bi daxwaza girtinê ya ji 7,6 meh hata 15 sal tê xwestin ji 3 peran pêk tê, perek û nîv ê îdanameyê li ser îtirafên Hîcran Berna Ayverdî û perek û nîv jî li çalakî û aktivîteyên ku Mizraklî tevlî bûye li xwe digire. Îdanameya ku ji aliyê 11’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê ve hatiye erêkirin, bi daxwaza yekkirina doza Mizrakli ya bêy bê girtin dihate darezandin, ji bo 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate şandin.