QSD: Di bersiva hêzên me de 24 çete hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê didomin. Hate ragihandin ku di bersivdana hêzên wan de 24 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

TIL TEMIR

"Artêşa dagirker û komên çete yên wê êriş bir ser gundê Dibs û herêmên nêzî Menacîr, Leylan, Menax û Feyseliya. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan da û hejmarek ji çeteyan hatin kuştin.

EBÛ RASÊN

Komên çete di saetên sibehê de êriş bir ser herêmên sîvîlan. Hêzên me weke bersiv çeteyên li derdora gundên Inq El-Hewa û Til Mihemed hedef girtin. Di encamê de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û brîndarkirin.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker û komên çete bi hêzeke mezin êriş bir ser gundên Tibêna, Xirbet Kerem, Bîr Îsa, Gor Huseyîn. Hêzên me yekser bersiva êrişan da û di encamê de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin. Dîsa di çarçoveya bersiva êrişan de di navbera hêzên me û çeteyan de li gundên Genteriye, Mesûdiyê, Al-Aslim nêzî 2 saetan şer qewimî.

Di encama bersivdana hêzên me de bi kêmanî 24 çete hatin kuştin, 10 brîndar bûn, 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Di vê berxwedanê de 3 hevalên me şehîd bûn û 4 heval brîndar bûn."