Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Ceren Guneş bi bîr anî

Fermandariya Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Ceren Guneş a ku li Rojava şehîd bû bi bîr anî û diyar kir, "Em ê destûrê nedin dagirkeran."

Fermandariya Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst der barê şehadeta endama Partiya Komunaran a Şoreşger/Yekîtî MK Ceren Guneş (Ozge Aydin) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin bibîrxistin û hate ragihandin ku hevrêya wan Ceren ji destpêka êrîşên dagirkeriyê ve di çeperan de bêrawestan têkoşiya û bû mînak.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ew newestiya, sekin lê nebû. Di kêliyên herî dijwar ê şer de jî coşa şoreşgerî her tim li rûyê wê yê bi ken bû. Çawa ku bi wêrekî her tiştên sîstemê red kir û tevlî şoreşê bû, di pratîka xwe ya şer de jî wêrek bû."

Fermandariya Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst diyar kir, "Em di çepera hevrê Ceren de ne. Bi gavekê jî em ne li paş in, em li devera ku ew ber bi azadiyê ve meşiyane." Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê destûrê nedin dagirkeriyê.