Bûldan: Tişta ku DAÎŞ'ê nikarî bike AKP li wir dike!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir tişta ku DAÎŞ’ê nikarî bike, AKP dixwaze bike û got ku “Tirkiye aborî, edalet û demokrasiya wê hilweşiyaye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî. Bûldan, salvegera girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenteran a 4’ê Mijdarê 2016’an, zextên li ser partiya xwe û tayînkirina qeyûman ên şaredariyan nirxandin. 

‘EM Ê PARTIYA XWE DEWLEMENDTIR BIKIN’

Bûldan, bal kişand ser kongreya Rêxistina Partiya xwe ya Stenbolê ya di 3’yê Mijdarê de hat lidarxistin û wiha bilêv kir: “Me di dawiya heftê de bi tevlîbûnek mezin û heybet a gelê xwe kongreya xwe ya Stenbolê li dar xist. Ligel hemû zextên heyî jî, me kongreya partiya xwe HDP’ê pêk anî. Em ê partiya xwe bi kongreyan hîn mezintir û bihêztir bikin. Weke ku tê zanîn bi her awayî xwestin xebatên me yên kongreyê asteng bikin. Parlementerên me yên xwestin belavokên vexwedina kongreya Stenbolê belav bikin, lê neçar man ku di bin ablûkeyek zêde ya polîsan de belav bikin. Hemû cîhanê wêneyên rezîltiya wan û dîktatoriya wan dîtin. Gelê me li dijî dorpêça wan, seknek biheybet nîşan da. Bila ev jî ji wan re bibe dert. Em carek din dibêjin, ên ku dixwawzin HDP’ê têk bibin, wê tu carî bi ser nekevin! Em ê destûrê nedin vê yekê. HDP li ser piyan e û bênavber têkoşîna xwe dewam dike. HDP neket, wê nekeve. Ji ber ku HDP behra têkoşînê ye. Behra gelan e. Heta ku HDP hebe, wê hêvî, cesaret, biryardarî, serkeftin û serfirazî hebe. Heta ku HDP hebe, wê hêviyên gelên me yên demokrasî, azadî û edalê bê xwedî nemîn in.”

DERBEYA 4’Ê MIJDARÊ

Bûldan, da zanîn ku 4’ê Mijdarê di heman demê de li dijî têkoşîna jinan jî derbe ye û wiha bilêv kir: “Derbeya li dijî nûnertiya jinan a di siyaseta demokratîk de ye. Berxwedana bi rûmet a Yuksekdag, berxwedana hevpar a hemû jinan e. Em li vê derê carek din bang dikin, ger hinek edalet ma be jî, divê daraz peywira xwe bi cih bîne. Dawî li vê komkujiya hiqûq û demokrasiyê û rezaletiyê bînin. Demîrtaş û hemû hevalên me, ji aliyê dozgerên AKP û FETO’yan hatin girtin. Di hefteya derbas bûyî de dadgehê derbarê hevalê me Abdullah Zeydan de biryara berdanê da. Lê dozgerê AKP’ê biryar îtîraz kir û biryara dewama girtina wî dan. Ev biryar rezîltiya hiqûqê nîşan dide. Ên ku hevalên me dîl girtine û siyaseta Demokratîk a HDP’ê didarizînin, wê yek bi yek hesabê vê bidin.”

DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN

Desthilatdariya tekparêz 15 şaredariyên me yên bi vîna gel hatibûn hilbijartin xesp kirin. Dibêjin ku ‘Kurd nikarin hilbijêrin, xwe bi rê ve bibin.’ Ji xwe qeyûm jî tên vê wateyê. Vîna bi mîlyonan hilbijêrên Kurd tune hesibandin. Dîroka siyasete heya niha tu carî dirûtiyek wiha û hişmendiyek wiha ya sextekar nedîtiye. Ev desthilatdarî hewl dide rejîma qeyûm ava bike. Ji ber vê encamên hilbijartinê qebûl nake. Ev desthilatdarî ji sindoqan ditirse. Ji ber ku ew jî baş dizanîn ku ger sibe sindoq bên danîn, wê desthilatdariya wan winda bike. Ji ber vê êrîş dikin. Em dixwazin ku dengê ji Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Mêrdîn, Amed û Qereyaziyê derdikeve li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û Mêrsînê bê bihîstin. Bila ev deng li Behra Reş jî bê bihiştin. Deng bidin. Ger em îro hemû li dijî qeyûman dernekevin, wê sibe qeyûman tayînî Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî bikin. 

ÊRÎŞÊN LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Îro êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Erdogan dibêje ‘Ger pêwîst bike em ê bajarên nû ava bikin.’ Erdogan di vê gotina xwe de bi awayekî eşkere plana xwe ya hilweşandinê îtîraf dike. Dixwazin li ser hilweşandina Sûriyeyê rantê bikin. Wê gelên Sûriyeyê êş û hilweşandinê bijî, dê AKP jî li ser van êşan bajarên nû ava bike! Qaşo wê bajarên koçberan ava bikin. Serokkomar vê îtîraf dike. Gelo hûnê li ser ax û erdê kî bajaran ava bikin? Ma ew axa wê TURGEV’ê ye? Ma axa Bîlal e? Gelo hûnê kî ji ser axa kê derbixin? Hedê xwe zanibin.

DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyeyê û Kobanê ne karî bi ser bikexe. Ji ber vê îro hûn dixwazin bikevin Bakurê Sûriyeyê. Ji bo ku hûn tola neketina Kobanê hilîlînin hûn li wê derê ne. Li 4 aliyên cîhanê, di serî de gelê Kurd, hemû gelên cîhanê li dijî şer li qadane û xwedî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikevin. Li her derê hemû kes xwedî pergala azadîxwaz a demokrasîk a li wê derê derdikevin. Pirsgirêka kurd îro kûrewî bûye. Hûn herin ku dera cîhanê hûnê rastî vê pirsgirêkê werin.

HIŞYARIYÊN RÊZDAR OCALAN

Birêz Ocalan di sala 2013’an de, di pêvajoya çareseriyê de, hişyariya ‘Ger em vê pirsgirêkê çareser nekin, dê ev pirsgirêk bibe pirsgirêka navneteweyî’ kiribû. Lê hikumet guh neda vê yekê. Maseya çareseriyê quliband û dest bi tecrîda li Îmraliyê kir. Ocalan ji bo Bakurê Sûriyeyê pêşniyara projeya aştî û çareseriya demokratîk kiribû. Ji bo ku ev pêşniyara Ocalan bi ser nekeve, dest bi tecrîdê kirin. Gelo encam bû çi? Desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên ewlekariya doza Kurdan kir pirsgirêkek navneteweyî. Mixabin desthilatdariyê pêvajoya heyî ya dîrokî berhewa kir.”