Hunermendan li dijî êrîşên li ser Rojava konserên xwe betal kirin

Hunermendên bi navê Kemal Mihemed û Şehram Nazirî ji ber êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Rojavayê Kurdistanê biryar dan konserên xwe betal bikin.

Her diçe helwest û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin.

Hunermendê navdar ê Kurd Şehram Nazirî biryar bû ku di 26’ê Mijdarê de konsera xwe li paytexta Siwêdê Stocholmê lidar bixista, lê ji ber êrîşên qirker û dagirker ên Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê vê konsera xwe betal kir.

Şehram Nazirî got:“Li Rojavayê Kurdistanê şer heye. Tirk êrîşî Kurdan dike niha Kurd xemgîn in. Ez konsera xwe betal dikim, nikarim di rewşek wisan de kar bikim.”

Li aliyê din hunermendê bi nav û dengê Kurd Kemal Mihemed, li ser tevna civakî Facebookê peyamek da û got: “Biryar bû ku li welatê Brîtanya û çend welatên din di şahiya sersalê de amade bibin. Lê belê ji ber rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê bi giştî şahiyê taloqî ji bo demek ne diyar dikim, daxwaza lêborînê dikim.”