Polayê Swêdê li dijî Kurdan tê bikaranîn

Kovara Kvartal a li Swêdê tê weşandin ragihand, ku wesayitên zirxî yên ji polayên Swêdê tên çêkirin li Rojava di êrîşên dijî Kurdan de hatine bikaranîn.

Heman piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde êrîş şermezar kiribû û ji bo pêkanîna ambargoya çekan a li dijî Tirkiyeyê mijar biribû rojeva Yekîtiya Ewropayê.

Lînde îdîa kiribû ku Swêdê di salên dawî de çek û malzemeyên çekan nefirotiye Tirkiyeyê, tenê malzemeyên alîkariya lezgîn û betaniyeyên şewatê firotiye.

Lê belê kovara Kvartalê di encama lêkolîneke berfireh de eşkere kir ku LKAB ku saziyeke dewletê ye cewherê hesin û şîrketa SSAB ku dewlet hevkarê wê ye berhemên ji pola firotine Tirkiyeyê.

SSAB polayê Swêdê ku navê Armox lê tê kirin û weke polayê herî bi kalîte yê dinyayê tê pênasekirin firotiye Tirkiyeyê.

Li gorî belgeyên SSAB'ê ku kovara Kvartalê wergirt, polayê Armox ê hate firotin li Tirkiyeyê ji şîrketa Otokar Cobra re hatiye pêşkêşkirin ku ew şîrket wesayita zirxî ya bi tîpa Cobra çêdike.

Kovarê bi dîmenan jî nîşan da ku wesayitên zirxî yên Cobra li Sûriyeyê li dijî hêzên Kurdan hatine bikaranîn.