Hikumeta Elman dawiya dawî li dijî qeyûman tiştek got

Elmanya ku li pêşberî sûcên rejîma Erdogan bêdeng e, li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên HDP'î taliyê tiştek got. Raydara hikumeta Elman Barbel Kofler got, "Hurmeta li encamên hilbijartinê şertê destpêkê yê demokrasiyê ye."

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji meha Tebaxê ve dest datîne ser şaredariyên HDP'î. Li dijî polîtîkaya qeyûm, di serî de Yekîtiya Ewropa gelek welatên rojavayî bi daxuyaniyan helwesta xwe nîşan dan û şermezar kirin. Lê belê hikumeta Elman ku bi rejîma Enqereyê re xwedî têkiliyeke siyasî û aborî ye heta niha qeyûmên desthilatdariya Erdogan ji nedîtî ve dihat.

Berpirsyara Mafên Mirovan a Hikumeta Federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel Barbel Kofler der barê qeyûman daxuyaniyek weşand û got, "Em bi fikar in ji ber ku şaredarên bi hilbijartinên 31'ê Adarê re dest bi wezîfeyê kirin ji wezîfeyê hatin dûrxistin."

HIKUMET TIMÎ BI 'FIKAR E'

Di daxuyaniyê de ku li malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve ya Elman hate weşandin, Kofler diyar kir ku hurmeta li encamên hilbijartinên demokratîk şertê destpêkê yê demokrasiyê ye. Rayedara hikumetê Kofler anî ziman ku ew bi fikar li dûrxistina şaredaran ji wezîfeyê temaşe dikin û got, "Hikumeta Tirk ji ber berpirsyariyên xwe yên li qada navneteweyî divê pîvanên mafên mirovan û dewleta hiqûqê yên bingehîn pêk bîne. Kêmbûna derfetên tevlîbûnê yên demokratîk wê gefa sûdwergirtina ji tevgerên radîkal biafirîne."

Balkêş e ku daxuyanî li şûna Wezîrê Karên Derve heîko Maas ji aliyê Kofler ve hate weşandin. Maas hefteya derbasbûyî serdana Tirkiyeyê kiribû û li dijî tayînkirina qeyûman, binpêkirina mafên mirovan û sûcên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike bêdeng mabû.