Endama meclîsa HDP’ê Atag hate girtin

Endama Meclîsa Şaredariya Hênê Gulîstan Atag hate girtin. Endamên meclîsa şaredariya Colemêgrê nerazîbûn nîşanî desteserkirin û girtina hevşaredaran dan.

Emdama Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Navçeya Hênê Gulîstan Atag û endamên meclîsa şaredariyê yên berê A.T. û E.A. di 2’yê Mijdarê de li navçeya Licê ya Amedê hatin destgîrkirin.

Piştî lêpirsîna wan a li Qereqola Leşkerî ya Navçeyê bi dawî bûn, sewqî dozger hatin kirin. Atag bi daxwaza girtinê, A.T. û E.A jî, bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin. 

Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” Atag girt, A.T. û E.A. jî, bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

COLEMÊRG

Endamên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê têkildarî tayînkirina qeyûmê ser şaredariya wan û girtina Hevşaredar Cîhan Karaman bi civînek çapemeniyê ya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê lidar xistin. Li ser navê endamên Meclîsê Hevşaredar Humeyra Armût axivî û diyar kir ku biryara danîna qeyûm biryarek ji berê ve hatiye dayîn.

Armût da zanîn ku tevî hemû zext û sepanên antî demokratîk hevşaredarê wan Cîhan Karaman ji sedî 60’î bi dengê gel hatiye bijartin û got: “Girtina Hevşaredarê me Cîhan Karaman ne hiqûqî ye. Di encama biryarek siyasî de hatiye girtin. Dixwazin bi girtinê ji bêhiqûqiyê re kirasekî çêbikin. Yên tên bijartin divê bi hilbjartinê jî biçin. Tewanbariya li dijî hevşaredarê me ne di cih de ne û bêbingeh in.”

Armût anî ziman ku ew ê wek nûnerên gel pêvajoyê bişopînin û ew ê li dijî îradeya gel bêhiqûqiya hatiye kirin li cihên pêwîst serlêdana sûc bikin.