'Parazîtên Erdogan' êrişî weşanên Dengê Welat dikin

Li gel êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, weşanên radyoya Dengê Welat jî dibin hedefa êrişên rejîma Tirk.

Bi êrişên dagirkeriyê û li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava re weşanên radyoya Dengê Welat jî bû mexdûrê êrişkariya rejîma Tirk.

Li gorî malpera media-radio-info, stasyoneke muzîkê ya 'nediyar' ku navê 'Radio Recep Erdogan' lê hatiye kirin, hewl dide weşanên Dengê Welat rawestîne.

Li gorî daneyên antenên radyoyê, pêlên radyo yên ji bo rawestandina weşanê ji navendeke TRT'ê tên şandin.

Tê gotin ku TRT ji bo dengê radyoya Dengê Welat bitepisîne bi hêza ji 500 kw'ê weşanê dike. Li dijî vê yekê jî radyoya Dengê Welat bi ser dîrekên radyo yên li herêma Îsssoûdûn a Fransayê hêza ji 250 km'î bi kar tîne.

Radyoya Dengê Welat 3 sal in bi gelek ji zaravayên Kurdî weşanê dike. Beriya niha radyoyên Dengê Mezopotamya û Dengê Kurdistan jî ji ber zextên rejîma Tirk ên li Ewropayê weşanên wan hatibûn astengkirin.