KCDK-E: Peymana gelan ji bo me esas e, ne ya desthilatdaran

KCDK-E'yê destnîşan kir ku gelên dinyayê di 2'ê Mijdarê de li Rojava bûn xwedî û ragihand, "Peymana gelan ji bo me esas e, ne ya desthilatdaran."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gelan a li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike û hate destnîşankirin, "Di 2'ê Mijdarê de bi sed hezaran mirov daketin qadan û bi rengekî dîrokî li berxwedanê bûn xwedî. Li her devera dinyayê ji Efganistanê heta Awûstralyayê ji Emerîkayê heta Ewropayê û Latîn Emerîkayê li 7 parzemînan bi coşeke mezin li berxwedanê bûn xwedî."

KCDK-E'yê ragihand ku gelê Kurd li çar parçeyan yekîtiya neteweyî xurt kiriye, tevlî berxwedanê bû, mal û tûrîzma Tirk boykot kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd bi biryar e ku li ber xwe bide. Ji ber ku eger li ber xwe nede metirsiya qirkirinê li dij heye. Artêşa Tirk a faşîst û çeteyên ji ber DAÎŞ'ê man bi rengekî hovane êrîş dikin. Bi rengekî eşkere çekên kîmyewî bi kar tînin, diziyê, talanê, destavêtinê û komkujiyan dikin. Mirovahiyê bedena zarokên ku ji ber çekên kîmyewî parçe bûn dîtin û şermezar kirin. Gelê Kurd wê li dijî qirkirinê û paqijiya etnîkî heta dawiyê li ber xwe bide.

Ji bo me peymana gelan esas e ne ya dagirkeran û em ê vê komployê têk bibin. Em spasiya Kurdistaniyan û gelên dinyayê dikin ku di 2'ê Mijdarê de li 7 parzemînan daketin qadan. Em ê tevî gel û dostên xwe li qadan bin.

Kurdistanî û dostên wan heta ku artêşa Tirk ji xaka Rojava ya dagirkirî vekişe, ku Efrîn jî di nav de ye, wê bi rengekî bênavber li ber xwe bidin. Hêz û saziyên navneteweyî li şûna şermezarkirina dewleta Tirk divê ji bo rawestandina komkujiyan bikevin nava liv û tevgerê. Naxwe wê bibin hevparê polîtîkaya paqijiya etnîkî ya dewleta Tirk."