HPG'ê şeş şehîdên berxwedana Xakurkê bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê şeş gerîlayên di meha Gulanê de li Xakurkê ji ber bombardûmana artêşa Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest dan, agahî bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Hewldana dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker ku di 27'ê Gulana 2019'an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, li berxwedaneke dîrokî ya hêzên me rast hat. Di 28'ê Gulanê de di şerê navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de, her wiha ji ber bombardûmanê hevrêyên me Denîz, Firat, Mervan, Soro, Şiyar û Yûsûf şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Denîz Devrîm

Nav paşnav: Nûrûllah Aytûlûn

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Behiye-Reşît

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Gulana 2019'an / Xakurkê

***

Nasnav: Firat Zagros

Nav paşnav: Emre Alçîçek

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Kûbar-Cemîl

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Gulana 2019'an / Xakurkê

***

Nasnav: Mervan Reşo

Nav paşnav: Enver Çîftçî

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Nesrîn-Sevdîn

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Gulana 2019'an / Xakurkê

***

Nasnav: Soro Faraşîn

Nav paşnav: Azad Temel

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Fatma-Cafer

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Gulana 2019'an / Xakurkê

***

Nasnav: Şiyar Amanos

Nav paşnav. Abbas Alakaşli

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Selamat-Abudlmecît

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Gulana 2019'an / Xakurkê

***

Nasnav: Yûsûf Garzan

Nav paşnav: Naîm Başaran

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Fatma-Giyasettîn

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Gulana 2019'an / Xakurkê

Hevrêyên me Denîz, Firat, Mervan, Soro, Şiyar û Yûsûf di dema êrişa dagirkeriyê de ku artêşa TC a dagirker li Xakurkê dest pê kir, bi rengê lehengî li dijî artêşa dagirker bi fedayîtî şer kirin. Li dijî zîhniyeta faşîst ku hewl dide xaka Kurdistanê dagir bike bi bawerî û îradeyeke mezin nirxên gelê Kurdistanê parastin. Di vê berxwedana dîrokî de derbêng iran li dijmin xistin û her yek ji wan bûn gerîlayekî profesyonel û berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk anîn. Li her qada ku lê bûn bi wezîfeya pêşengiyê tevgeriyan, bi kedkarî û fedakariya xwe di hişê hevrêyên xwe de neqişîn.

Em soz didin ku em ê ala azadiyê ya hevrêyên xwe Denîz, Firat, Mervan, Soro, Şiyar û Yûsûf bi azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê tacîdar bikin. Em sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên van hevrêyên xwe yên hêja û gelê Kurdistanê re dixwazin ku lehengên bi vî rengî mezin kirin."