'Waliyên mêtingehan li şaredariyên HDP'ê wezîfedar dikin'

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bal kişand ser desteserkirinên şaredariyan û got ku “Walî û kaymakamên mêtingehan li ser şaredariyan peywirdar dikin.”

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.

Olûç di axaftina xwe de got ku “Me bi 70 ji sedî şaredariya Qoserê ya Mêrdînê qezenc kiribû lê îro qeyyûm li ser şaredariya me hate peywirdarkirin. A niha bi giştî li ser 15 şaredariyên me qeyyûm hatine peywirdarkirin. Ev tê wateya diziya îradeyê. Ev diziya ked û dengan e.

Pê re jî hevşaredarên me digirin. Herî dawîn hevşaredarê me yê bajarê mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, hevşaredarên Peyas û Karazê Kezîban Yilmaz û Rojda Nazlier jî hatine girtin. Hevşaredarên me ji Amedê heta Qeyseriyê 10 saetan di rîngê de destê wan kelepçekirî birine. Ev desthildarî zilm û zordariyê dike. Ev desthilatdarî dijminatiya Kurdan dike. Walî û kaymakamên mêtingehan li ser şaredariyan peywirdar dikin.

DERBEYA 4’Ê MIJDARÊ

Di 4’ê Mijdara 2016’an de vê desthilatdariyê derbeyeke siyasî kir. Wê rojê 15 parlementerên me li bajarên cihê destgîr kirin û piştre ew girtin. Ev derbeyeke siyasî bû. Dema ku mesele Kurd û HDP be, tiştên ku dozger û dadgerên FETO’yê kiribûn rewa tê dîtin û hemû desthilatdarî piştgiriyê dide biryara wan. Yên ku li dijî darbeya 28’ê Sibatê derketin, di 4’ê Mijdarê de derbe kirin.”

MEŞA NÎJADPERESTAN SERBEST E LÊ YA KURDAN QEDEXE YE

Li Entalyayê komeke nîjadperest dibêje ‘Em HDP û Kurdan naxwazin’ û meşekê li dar dixin. Lê li ba wan tu polîs tune. Ji ber ku ew li dijî Kurd û HDP’ê dimeşin.

Parlementerên me ji bo kongreya me ya bajarê Stenbolê xwestin belavok belav bikin lê polîsan dora wan girtin. Nehiştin ku parlementerên me û gel werin ba hev û bi gel re sohbetê bikin. Li aliyekî komeke nijadperest û li aliyê din jî mûxalifên desthilatdariyê. Em ji bo ku vê rewşê biguherînin, çi ji destê me were, em ê bikin.”