Li Kerbelayê li nêzî nûnertiya Îranê sê xwepêşandêr hatin kuştin

Li bajarê Kerbela yê li başûrê paytexta Iraq Bexdayê ye, li nêzî konsolosxaneya Îranê xwepêşandaneke şermezarkirinê pêk hat. Di dema xwepêşandanê de sê çalakger hatin kuştin.

Li dijî xwepêşandêrên ku Yekşemê bi daxwaza 'hilweşandina rejîmê' ji nû ve daketin qadan, hêzên ewlekariyê fîşekê rastî bi kar anîn.

Dema ku xwepêşandêran hewl dan agir berdin nûnertiya konsolosxaneya Îranê, hêzên ewlekariyê êrîş kirin. Xwepêşandêr rejîma Îranê weke berpirsyarê karên ne li rê yên sîstema li Iraqê dibînin.

Xwepêşandanên li dijî hikumeta Iraqê ku di 1'ê Cotmehê de dest pê kirin didomin. Li gorî bîlançoya fermî ji hingî ve herî kêm 260 kesan jiyana xwe ji dest dan.