Nobeta Azadiyê: Berpirsyariya li hemberî tecrîdê ya Ewropayê ye

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya Azadî ji Ocalan re ya ku li pêşiya Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin di hefteya 385’an de didome. Çalakgeran bang li Ewropayê kirin ku bila berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya Azadî ji Ocalan re di hefteya 385’an de bi tevlêbûna komeke nû didome. Hefteya borî komek Kurd ji Danîmarkayê hatibûn tevlî nobetê bûbûn û vê hefteyê jî sê ciwanên ji eyaleta Sachsen a Elmanyayê di çalakiyê de cih girtin.

Haci Mûrat Zer, Mahmût Çîçek û Mûhammet Emîn Arî di koma nû de cih digirin. Li ser navê komê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Li Rojhilata Navîn krîzeke mezin heye lê em nikarin agahiyan ji Ocalan bistînin. Di vê pêvajoyê de zilmeke mezin heye. Em bang li hemû saziyên rayedar ê Ewropayê dikin. Bila guh bidin dengê gelê Kurd.”

Çalakiya Nobetê ya Azadî ji Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin. Heta niha 2 hezar Kurdistanî û Ewropî tevlî çalakiyê bûne.