ROJANE
Hemû Nûçe
-
Taşdemir: Em van polîtîkayên mêtingeriyê ji qeyûman dizanin
Berdevka MeclÎsa Jinan ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemir, li Ame wê daxuyaniya çapemeniyê pêk anî û geşedanên rojane nirxand. -
Dayikên Şemiyê ji bo Bayram û Tekîn li hev civiyan
Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn li hev civiyan ên ku di 2’ê Mijdara 1996’an de piştî ku hatibûn destgîrkirin, piştre hatibûn windakirin. -
Parlementerên HDP’ê di bin dorpêça polîsan de belavok belav kirin
Parlementerên HDP’ê ligel astengkirin û dorpêça polîsan li Rêya Îstîklalê ji bo kongreya wan a sibê belavok belav kirin. -
Tevgerên civakî û gelên xwecihî piştgirî dan Rojava
Nûnerên gelên xwecihî û tevgerên civakî yên ji welatên cuda yên dinyayê ji bo piştevaniya Rojava bang kirin. -
Doktorê Swêdî: Artêşa Tirk çeka kîmyewî bi kar anî
Doktor Abbas Mansoûran rewşa birîndarên ku di 13'ê Cotmehê de rakirin nexweşxaneya Hesekê lêkolîn kir û got, artêşa Tirk tevî fosfora spî her wiha çekên kîmyewî yên ku wan hînê nekarîne tespît bikin bi kar aniye. -
Li Nancy û Marîgnanê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan tên şermezarkirin. -
Meş û mîtîngên ji bo roja Kobanê
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin kirin û berxwedana dîrokî ya Kobanê hate silavkirin. -
Tûra destpêkê ya civînên destûra bingehîn a Sûriyeyê bi dawî bû
Beşa destpêkê ya karê Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi dawî bû. Tê payin ku Duşemê desteya nivîsandina destûra bingehîn a ji 45 kesan li hev kom bibe û bi vî rengî civîn dom bike. -
Li 3 bajarên Swîsreyê çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê
Li bajarên Zurîch, Wîntherthûr û Bîel ên Swîsreyê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî pêk hatin. -
Li Viyanayê bîranîna şehîdan
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Rawan Girkê Legê yê li Serêkaniyê şehîd bû û Hevrîn Xelef û Zagros Tolhildan hatin bîranîn. -
Tabûra Enternasyonal: Zilm hebe berxwedan jî heye
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand û got, "Li ku zilm hebe li wir berxwedan jî heye. Şervanên enternasyonal li refên herî pêş ên berxwedanê mil bi mil li gel şervanên QSD'ê şer dikin." -
ROJEVA 2'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Mijdara 2019'an. -
Biryara berdana Zeydan ê HDP’yî hate dayîn
Di derbarê parlementerê berê yê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan de biryara berdanê hate dayîn. -
Li Heîlbronnê hawirdorparêzan piştgiriya Rojava kirin
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê, tevgera Fridays for Future meşek pêk anî û piştgiriya Rojava kir. -
Roja Kobanê hate pîrozkirin, ji bo 2'ê Mijdarê bang hate kirin
Partiyên siyasî û saziyan Roja Kobanê ya Dinyayê pîroz kirin. Di daxuyaniya KONGRA GEL de hate gotin, "Di 2'ê Mijdarê de divê kes li mala xwe nemîne. Tevî malbat û derdora xwe em bi xurtî tevlî meş û mîtîngan bibin." -
Roma wê îro bibe Rojava
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo piştevaniya Rojava wê îro li Romayê meşek pêk were. -
Ji bo piştevaniya Rojava bang li sendîkayên Swêdê hate kirin
Nûnerê kargehê yê Federasyona Kommunal a ku karkerên şaredariyê bi rêxistin dike Nîcklas Karlsson Tûrner bang li sendîkayan kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk piştevaniya Rojava bikin. -
Li Leverkûsenê çalakiya xwedîderketina li Rojava
Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û piştevaniya berxwedana Rojava çalakiyek pêk hat. -
Xwepêşandêrên li Iraqê her cihî kontrol dikin
Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê didomin. Di nava hefteyekê de zêdeyî 100 xwepêşandêr mirin û zêdeyî 4 hezar jî birîndar bûn. Xwepêşandêran di serî de Basra gelek deverên Bexdayê bi dest xistin. -
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. -
NAV-YEK'ê bi dirûşma 'tifaq û yekbûnê' bang kir
NAV-YEK'ê destnîşan kir ku divê Kurd bi hêza xwe piştrast bin, bibin yek û tifaq û bi vî rengî bang kir ku tevlî çalakiyên sibe yên ji bo Rojava bibin. -
KCD'ê 1'ê Mijdarê pîroz kir û banga xwedîderketina li Rojava kir
"Êrîşên îro jî li dijî hebûna gelê Kurd ên li 4 parçeyên Kurdistanê ne. Ji ber vê sedemê; Divê partî, saziyên sivîl û Rewşenbîr ên li 4 parçeyên Kurdistanê bi ruhê yekîtiya Netewî rabin ser piyan û piştevaniya herî xurt ya bi gelê Rojava re deynin holê." -
Li Viyanayê meşa li dijî dagirkeriya dewleta Tirk
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê meşiyan. -
Êrîşên dagirkeriyê li Bocholtê hatin şermezarkirin
Li bajarê Bocholt ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava hatin şermezarkirin. -
Eyaleta Qûebec a Kanadayê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabû
Li Meclîsa Eyaleta Qûebec a Kanadayê pêşnûmeyek hate qebûlkirin. Di pêşnûmeyê de êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hatin notkirin û hate destnîşankirin ku ew piştgiriya gelê Kurd dikin.