ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Mijdara 2019'an.

Der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê rewşa dawî bê şopandin.

Çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk tên wê bên şopandin.

Hevserokên Meclîsa Gel a Serêkaniyê bal kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Serêkaniyê û gotin, wê bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên ku dagir dikin gel dişêlînin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê di hefteya 385'an de ye. Çalakgeran bang li Ewropayê kirin ku li ber dagirkeriyê rabe.

Berdevka Kongreya Star a Serêkaniyê Selva Ehmed diyar kir ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ew neçar man ku warê xwe biterikînin û got, herî zêde êrîş li dijî jinan tên kirin.

DYE wê biryara xwe ya derketina ji nava Peymana Avhewayê ya sala 2015'an di Mijdara 2020'an de bi rengekî fermî bixe meriyetê.