Li Swêdê 6 meleyên DAÎŞ’ê serbest hatin berdan

Li Swêdê 6 endamên DAÎŞ’ê yên ku di meha Gulanê de hatibûn girtin, serbest hatin berdan.

Polîsên Ewlehiya Swêdê , Buroya Koçberan, Dadgeha Bilind a Koçberan û Hikumeta Swêdê diyar kirin ku 6 mele ji bo ewlehiya welat bi xetere ne û biryar dan ku wan dersînor bikin.

Dadgeha Bilind a Koçberan piştre diyar kir ku ev mele heke teslîmî welatên xwe werin kirin wê kêşeyên wan ên ewlehiyê hebin û ji ber vê jî 6 meleyên ku 6 meh in girtî ne, serbest berdan.

Li Swêdê koçberên ku derbarê wan biryara dersînorkirinê heye, mafê wan ê îtîrazkirinê heye. Biryara dawîn jî hikumet dide. Meleyan serî li hikumetê dan û xwestin biryara dersînorkirinê were rakirin. Ev biryar bû sedema nerazîbûnan.