ROJANE
Hemû Nûçe
-
Navê nû yê DAÎŞ'ê: Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê
Çeteyên ku dewleta Tirk a dagirker navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (Ceyşul Wetenî)" lê kiriye û di êrişên xwe yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi kar tîne, eşkere bû ku berê di nava DAÎŞ'ê de bûn û gelek sûcên li dijî mirovahiyê kirin. -
Dagirkerî li Elmanya, Awûstûrya û Îtalyayê hate şermezarkirin
Li bajarên Bremen û Kasselê yên Elmanyayê, li bajarê Graz ê Awûstûryayê û li paytexta Îtalya Romayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û qirkerî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezarkirin. -
Li Gavleyê şehîdê Rojava Şêrko Reşo hate bîranîn
Şêrko Reşo ku di 3'ê Mijdarê de li Til Hemîsê ji ber êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker şehîd bû li bajarê Gavle yê Swêdê hate bîranîn. -
Fortûnato: Bêdengî têkçûna exlaqî ya welatên rojavayî ye
Nivîskarê Îtalyayî Marîo Frotûnato bi sernavê "Û kes ranabe ser piyan" gotarek ji rojnameya Suddeutsche Zeîtûngê re nivîsî û bêdengiya li pêşberî paqijiya etnîkî ya li dijî Kurdan weke têkçûna exlaqî ya hêzên rojavayî nirxand. -
ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Mijdara 2019'an. -
KCDK-E’yê ji bo Til Xelefê banga çalakiyan kir
KCDK-E’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên Til Xelefê bang li Kurd û dostên wan ên Ewropayê kir ku dakevin qadan. -
Di derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê de lêpirsîn hatin destpêkirin
Di derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan ji ber axaftinên wan ên di 3’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya li Stenbolê kiribûn de, lêpirsîn hate destpêkirin. -
Li girtîgehên Egeyê mafê girtinayan tê binpêkirin
TUHAYDER a Egeyê bal kişand ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Egeyê zêde bûne. -
Li Amed û Stenbolê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Amed û Stenbolê de gelek kes hatin destgîrkirin. -
HBDH'ê çalakiya sabotajê kir
Milîsên Tolhildanê yên Ceren Guneş ên HBDH'ê li dijî qemyona ku ji bo biçe Ezazê bi rê ketibû çalakiya sabotajê kirin. Milîsan gotin, "Her piştgiriya ji bo hêzên dagirker wê bibe hedefa me." -
Dayikên Şemiyê: Êşa me derbas nabe!
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn ê ku di 27’ê Cotmeha 1991’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, dûre hatibû windakirin. -
Partiya Maoîst Komunîst: Têkoşîna yekgirtî wê serfiraziyê bîne
Partiya Maoîst Komunîst şehîdên berxwedana Rojava bi bîr anî û got ku “Em dikarin têkoşîna yekgirtî li her derê ava bikin û serfiraziyê bi dest bixin.” -
Çevîrmen: Zextên li girtîgehan didome
Seroka Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan Nûray Çevîrmen bal kişand ser rapora girtîgehên Herêmên Anatoliya Navîn û diyar kir ku zextên li ser girtiyan didome û kêşeyên girtiyên nexweş nayê çareserkirin. -
Ji bo Rojava li Polonyayê çalakî pêk hatin
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava, li gelek bajarên Polonyayê xwepêşandanên şermezarkirinê pêk hatin. Ji Serokkomar Andrzej Dûda re jî li dijî dagirkeriyê nameyek hate şandin. Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê çalakî hebû. -
Colvîlle: Operasyonan rawestînin
Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle diyar kir ku şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî bandorê li sivîlan dike û got, "Ji 9'ê Cotmehê heta 5'ê Mijdarê herî kêm 92 sivîl mirin." -
Lînde: Dagirkerî dikare bibe sedema pirsgirêkên însanî yên mezin
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe ku bibe sedema pirsgirêkên însanî yên mezin. -
ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Mijdara 2019'an. -
Dagirkeriya Tirk li Bernê hate protestokirin
Ji aliyê Meclîsa Jinan a Mizgîn nûnerên dêra ya Waîsenhaûsplatezê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê çalakiyek hevpar hate kirin. -
Şêrko Reşo bi merasîmekê hate bîranîn
Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêrko Reşo yê 3’yê Mijdarê li gundê Akûlê ya Til Hemîs di êrîşên dewleta Tirk x çeteyên wê de şehîd bû li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi tevlîbûna dehan Kurdistaniyan hate bibîranîn. -
Dagirkeriya dewleta Tirk li Moskowayê hate şermezarkirin
Dagirkeriya dewleta Tirk li Moskowayê bi mîtîngekê hate şermezarkirin ku rêxistinên çep jî tevlî bûn. -
QSD`ê nasnameyên 9 şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin
QSD`ê nasnameyên 9 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
SMJÊ: Li dijî dagirkeriya dewleta tirk xweparastin mafê me ye!
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê şermezar kir û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên Çarşemê yên li dijî êrişên dagirkeriyê bibin. -
Li Stockholmê çalakiya ji bo astengkirina tûrîzma Tirk
Li paytexta Swêd Stockholmê Kurd tevî dostên xwe li pêşiya şîrketeke tûrîzmê ya ku biletên ger û geştê yên ji bo Tirkiyeyê difiroşe, li hev kom bûn û çalakiya astengkirinê pêk anîn. -
Li Stenbol û Amedê 22 kes hatin destgîrkirin
Li Stenbolê 15 kes hatin destgîrkirin û der barê 45 kesan de biryara destgîrkirinê hate wergirtin. Li Amedê jî 7 kes hatin destgîrkirin. -
KCDK-E'yê ji bo meşên 9'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku di 9'ê Mijdarê de li dijî êrişên dagirkeriyê tevlî meş û xwepêşandanan bibin.