HDP: Yek gavê jî bi şûnde navêjin!

HDP’ê ragihand ku li dijî darbeya qeyûman gavekê jî bi şûnde navêjin û bang li AKP-MHP’ê kir û got: “Dawiya we hatiye. Hûnê cihê xwe weke yên mîna xwe yên berê li sergoya faşîzmê bigirin.”

Desteya Rêveber a Navend (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek nivîskî da. HDP’ê got: “Berî niha bi 3 salan li gel hevserokên giştî yên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 11 parlementer di şevekê de ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin û gortin, 4’ê Mijdarê di dîroka siyasî ya tarî a Tirkiyeyê de weke Darbeya Siyasî cihê xwe girt.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bloka faşîst a desthilat a AKP/MHP’ê îro jî bi derbeyên qeyûman vê êrîşê didomîne û got: “19’ê Tebaxê bi desteserkirina 3 şaredariyên me yên bajarê mezin û 15 şaredariyên me bi darbeya qeyûman hate desteserkirin.” HDP a bang li desthilata faşîst a AKP-MHP’ê kir got: “Hemû zextên ku ji bo berjewendiyên yek kesî welat ber bi zinaran ve kaş dike. Weke hûn jî dizanin ev nerewabûna desthilata we ji dest dayî wê dawiya we bîne, Hûnê cihê xwe weke yên mîna xwe yên berê li sergoya faşîzmê bigirin. Hûnê bi faşîzmê bi ser nekevin. Ne girtina we berxwedana me asteng dike ne jî bi qeyûman desteserkirina şaredariyên me. Hûnê winda bikin, em ê jî li gel gelê xwe yê vîna me ne bi teqez bi ser bikevin.”