Milîsên HBDH'ê yatek luks û navenda Alî Kûşçû şewitandin

Milîsên HBDH'ê diyar kirin ku li peravê Bebek ê Stenbolê yatek luks û Navenda Zanyarên Ezmanî ya Alî Kûşçû ya li Mamak a Enqereyê ku "yek ji sembolên faşîzma AKP'ê ye" şewitandine.

Milîsên HBDH'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku di 3'ê Mijdarê de li Stenbol û Enqereyê çalakî kirine.

Li gorî vê yekê di 3'ê Mijdarê de li peravê Bebek ê Stenbolê hêzên HBDH'ê yatek luks a bi navê Şehrazat hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 3'ê Mijdara 2019'an de li navçeya Mamak a Enqereyê li dijî navendeke ji şîrketên pir neteweyî ku jê re Navenda Zanyariya Ezmanî ya Alî Kûşçû dihate gotin, çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di encama çalakiyê de navenda ku wezîrên hikumetê serdana wê dikirin, her wiha Erdogan timî ji bo wê navendê digot yek ji projeyên bi milyonan dolarî ye bi temamî hate şewitandin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Navenda Zanistiya Ezmanî ya Alî Kûşçû yek ji sembolên faşîzma AKP'ê bû.