Le Temps nivîsî: Li kişika Sûriyeyê pokerê derewîn

Rojnameya Le Temps a Swîsreyî ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî agirbestê şer didome.

Le Temps rojnamevanekî xwe şand Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa herêmê bi sernavê "Li kişika Sûriyeyê pokerê derewîn" weşand.

Rojnamevanê ku çû Til Temirê fikarên şêniyên herêmê yên ji ber 'paqijiya etnîkî' ku rejîma Enqereyê dike ragihand. Rojnameyê diyar kir, "Tevî agirbesta ku ji aliyê aliyên şer ve hatiye qebûlkirin şer hîn jî bi rengekî giran didome."

AGIRBEST NÎNE, TIRKIYE ÊRIŞÎ SIVÎLAN DIKE

Di nûçeyê de êrîşa li dijî konvoya rêxistina însanî Fee Burma Ranger hate bibîrxistin û hate ragihandin ku Sau Seng ê ji Myanmarê jiyana xwe ji dest da. Ji endamên komê David Eubank got, "Agirbest nîne. Tirkiye êrişî sivîlan dike, ji wê jî xerabtir êrişî wezîfedarên însanî dike."

METIRSIYA PAQIJIYA ETNÎKÎ

Rojnameyê ragihand ku ji rêveberên Kurd Salih Muslim xwe dispêre leşkerên cîhadîst û endamên DAÎŞ'ê û got, "Li dijî me paqijiyeke etnîkî heye ku hikumeta Tirk xistiye meriyetê." Muslim got, "Leşkerên ku Tirkiye ji bo dagirkirina Rojava bi kar tîne cîhadîst in. Endamên DAÎŞ'ê jî di nava wan de hene. Hebûna wan li pêşiya jiyaneke aştiyane ya Kurdan a li ser xaka xwe astengî ye."

'HEVSENGIYA DEMOGRAFÎK TÊ GUHERTIN'

Ji berpirsyarên rêveberiya xweser Abdulkerîm Omer jî destnîşan kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dixwaze Kurdan ji herêmê derxîne û penaberên Ereb li şûna wan bi cih bike. Omer nerazîbûnê nîşan dide ku ev yek dikare hevsengiya demografîk biguherîne.