ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê de em berxwedanê geş bikin
Defend Rojava dem û cihê meşên 2'ê Mijdarê ragihand û ji bo tevlîbûneke xurt û geşkirina berxwedanê bang kir. -
Li Cizîrê protestoya qeyûm
Çalakiyên protestoyî yên li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariya Cizîrê didome. -
Li Ewropayê wê rewşa Tirkiyeyê û doza Kurdan werin nîqaşkirin
Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê demokrasiya li Tirkiyeyê, qeyyûm û doza Kurdan xistiye rojeva xwe û îro piştî saet 14.00’an wê li Desteya Giştî nîqaşan bike. -
Ji bo dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokwezîrê Iraqê li hev kirin
Piştevanên bingehîn ên Serokwezîrê Iraqê Adil Abdul Mehdî diyar kirin ku di mijara dûrxistina Serokwezîr ji wezîfeyê wan li hev kirine. -
Şaredariya Rana ya Norwêcê wê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabe
Meclîsa Şaredariya Bajarê Rana yê Norwêcê amadekariyan dike ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bide. -
Prof. Morrîs: Ewropa qirkirina ku Tirkiye dike nabîne
Dîroknasê Îsraîlî Prof. Benny Morrîs diyar kir, ku Ewropa ji gefên Tirkiyeyê ditirse, lewma paqijiya etnîkî ya ku Tirkiye li Bakurê Sûriyeyê dike ji nedîtî ve tê. -
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li Rojava didomin
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê der barê dagirkeriya dewleta Tirk dosyayek radestî parlamenterê Partiya Keskan hate kirin. Li bajarê Rennes ê Fransayê jî çalakî hebû. -
Desteya Jinê bang li rêxistinên mafên mirovan kir
Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û bang li rêxistinên mafên mirovan kir, ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin. -
Danîmarka wê êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê
Partiyên siyasî yên li Parlamenta Danîmarkayê li he vkirin ku êdî çek û cebilxane ji Tirkiyeyê re neyên firotin. Tê payin ku biryar di 5’ê Mijdarê de li parlamentê di dengdanê de bê wergirtin. -
Piştgiriya Xwendekarên Kurd ên li Brîtanyayê ya ji bo Rojava
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ji bo Rojava li Londonê Şeva Piştevaniyê pêk anî. Di şeva piştevaniyê de du hezar poûnd alîkarî ji bo Rojava hate komkirin û banga xwedîderketina li Rojava hate kirin. -
DYE’yê li dijî Erdogan, wezîr û artêşa wî biryara pêkanînan da
Meclîsa Nûneran a DYE’yê pêşnûme qanûnek qebûl kir ku pêşnûme pêkanînan li Serokkomarê Tirk Erdogan û şîrketên bi artêşa Tirk re dixebitin ferz dike. -
Nobedarên vê hefteyê Kurdên ji Danîmarkayê ne
Nobedarên vê hefteyê yên nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku kete hefteya 384’an Kurdên li Danîmarkayê ne. -
Partiya Çep piştgirî da Roja Rojava ya Dinyayê
Ji partiyên mûxalefetê yên Elmanyayê Partiya Çep diyar kir ku wê piştgiriyê bidin 2’ê Mijdarê Roja Berxwedana Dinyayê ya ji bo Rojava. -
ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2019’AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30’ê Cotmeha 2019’an. -
Meclîsa Nûneran a DYE’yê qirkirina Ermeniyan nas kir
Meclîsa Nûnera a meclîsa girêdayî Kongreya DYE’yê ye, pêşnûmeya naskirina fermî ya Qirkirina Ermeniyan a 1915’an erê kir. Pêşnûme wê piştî demek kin pêşkêşî Senetoya DYE’yê bê kirin. -
Çeteyên Tirk 14 leşkerên rejîmê êsîr girtin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nêzî Til Temirê 14 leşkerên artêşa Şamê êsîr girtin. -
Parêzer ji bo ku Ocalan bibînin serlêdan kirin
Parêzerên Ocalan ji bo ku biçine Imraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. -
Li Kerbelayê di xwepêşandanan de 18 kes hatin kuştin
Xwepêşandanên li Iraqê yên ji bo têkbirina hikumetê didomin. Di xwepêşandanên Kerbelayê de 18 kes hatin kuştin. -
Şêniyên Bexdadê li ber qedexeya derketina derve rabûn
Li gel qedexeya derketina derve jî li paytexta Iraqê Bexdayê çalakiyên şermezarkirinê pêk hatin. Li Kerbelayê jî şer qewimî. -
Li Hevseroka Koma Partiya Çep ji ber PKK’ê doz hate vekirin
Hevseroka Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr ji ber ku nivîsa ‘Bila qedexeya li ser PKK’ê were rakirin’ û alaya PKK’ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir, 4500 eûro ceza lê hate birîn. -
Berxwedan mirov dibe serfiraziyê
Berxwedan a ku afirînera serfiraziyê ye, ji bo Kurdan dermanê hemû derdan e. Li ser esasê hin lîstik û bazariyan hewl tê dayîn ku hêzên azadî û parastinê ji Kurdistanê werin derxistin. Di van şertan de tişta rastîn berxwedan e. -
Gûstîlk, laçik û bazina bi êş
Di wê kêliya merasîmê de bi tena xwe tenha ye, dilê wê disoje, bi rûyê xwe yê mat, xemgîn û serbilind e. -
Di mijara Bexdadî de hin tişt hene ku divê Tirkiye rave bike!
Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê berê yê Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê Brett MecGûrk di mijara kuştina lîderê çeteyên DAÎŞ’ê El Bexdadî de destnîşan kir, hin tişt hene ku divê Tirkiye rave bike. -
'Pîvana bingehîn a Destûra Bingehîn wê yekparebûna xakê be'
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Pedersen diyar kir ku komîteya destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê wê di 30’ê Cotmehê de bi rengekî fermî dest bi kar bike û got, “Pîvana bingehîn a destûra bingehîn a nû wê serwerî, yekparebûn û serxwebûna Sûriyeyê be.” -
Li Brîtanyayê hilbijartina pêşwext nîne; Brexîtê her dirêj dibe
Daxwaza pêkanîna hilbijartina pêşwext a li Brîtanyayê ya beriya Brexîtê li Kamara Avamê nehate qebûlkirin. Dibe ku qutbûna bi rengekî lihevkirî ya beriya 31’ê Çileyê pêk neyê.