Asli Erdogan tekzîp weşand

Nivîskar Asli Erdogan diyar kir ku hin gotinên wê yên di hevpeyvîna di rojnameya Le Soîrê ya Belçîkayê de şaş hatine dayîn.

ANF’ê di 24’ê Cotmehê de rojnameya Le Soîr wekî çavkanî nîşan dabû û cih dabû hevpeyvîna bi Asli Erdogan re.

Erdogan piştre teksteke tekzîpê weşandibû û gotibû “Gotinên ‘Tirk dema dest bi dibistanê dikin hînî nefretkirina ji Kurdan dibin’ û ‘Ji xeynî HDP’ê CHP jî tê de hemû hêzên siyasî yên li parlementoyê ‘terorîst’in jî ne aîdî min e. Ev gotin şaş hatine wergerandin. Ez dixwazim ev gotinên min werin rastkirin.”

Rojnameya Le Soîrê jî lêborîn ji Erdogan xwest û awayê sererastkirî ya hevpeyvînê weşand. Erdogan diyar kir ku ji ber wergera şaş ew hatiye lînckirin û ji saziyên din ên çapemeniyê xwest ku bila heman hesasiyetê nîşan bidin.