TJK-E'yê li dijî komkujiya li Til Rifatê bang kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li dijî komkujiya ku dewleta Tirk a li Şehbayê di 2'ê Kanûnê de kir bang kir, ku kes li pêşberî êrişên faşîst bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifatê ya herêma Şehbayê zarokên ji dibistanê derdikevin bombe kir. Ji ber bombardûmanê 10 sivîl hatin qetilkirin ku 8 ji wan zarok bûn û 10 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya TJK-E'yê de hate gotin, "Bêguman dewleta Tirk a faşîst bi van êrişan hewl dide Kurdan bi temamî tine bike. Van êrişan jî li pêş çavên dinyayê dike û dinya li pêşberî komkujiyê bêdeng dimîne. Her welat, sazî û hêza li pêşberî vê bêdeng in hevparê hovîtiyê ne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zarokên Kurd bi taybetî bûne hedef û ev yek dewama qirkirina Kurdane.

TJK-E'yê ragihand, armanc ji planên dewleta Tirk bêmirovhiştina Kurdistanê û koçberkirina gelê Kurd ji warê xwe ye.

TJK-E'yê destnîşan kir ku ev êrişên faşîst ên dewleta Tirk hewldana ji bo ji nû ve dagirkirina Kurdistanê ye û ragihand, "Lê belê gelê me wê van êrişên faşîzan têk bibin. Mêtingeriya Tirk, hêzên komploker ên navneteweyî û nokerên wan wê têk biçin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan li her qadê dewam dike û hate destnîşankirin, "Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li pêşberî êrişên dewleta Tirk ên faşîzan bêdeng nemîne. Ji bo parastina hebûna xwe û mafê jiyana azad divê dengê xwe bilind bike û li gel û zarokên Rojava (Til Rifatê) bibe xwedî.

Em van êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Di serî de jinên Kurd bang li tevahiya Kurdistaniyên li Ewropayê dikin ku polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk li her qadê şermezar bikin.

Roj roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye."