Binpêkirinên li girtîgehên Marmaryê didomin

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê rapora binpêkirina mafan ên li girtîgehên Marmara ku meya Cotmeh û Mijdarê li xwe digire eşkere kir. Li gorî raporê binpêkirinên mafan her diçin li girtîgehan zêde dibin û didomin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê rapora meha Cotmehê û Mijdarê ya binpêkirina mafan a girtîgehên li Herêma Marmarayê eşkere kir.

OHD li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê rapor eşkere kir. Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul raporê xwend.

Ergul diyar kir ku li girtîgehên herêma Marmarayê binpêkirina mafan bêyî kêm bibe bi zedehî dewamdike û êşkenceya li dijî girtiyan didome.

Ergul anî ziman ku dema qala tecrîdê tê kirin ewilî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdkirina her sê girtiyên li gel Ocalan tê bîra wan û bi salane tecrîd li Girava Îmraliyê didome û komeleya wan û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ji ber tecrîdê ji rewşê bi fikarin. Ergul got 3 girtiyên li Îmraliyê tên ragirtin pirsgirêkên derûnî û fizîkî dijîn.”

Ergul di dewama raporê de bal kişand ser her cûre binpêkirina mafên girtiyan û got li girtîgehên Tîpa F mafê 10 saet yê bêhnvedana girtiyan tê astengkirin û her wiha gelek mafên wan din jî tên desteserkirin.

Ergul her wiha behsa girtîgehên lê binpêkirina mafan diqewime kir û yek bi yek vegot.