Trump plana xwe ya ji bo sivikkirina pêkanîna li dijî Îranê, betal kir
Trump got, dibe ku ew bombekirina Îranê car din bifikire û plana ji bo sivikkirina pêkanînan betal kir.
Trump got, dibe ku ew bombekirina Îranê car din bifikire û plana ji bo sivikkirina pêkanînan betal kir.
Lîderê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney êrîşên hewayî yên DYE û Îsraîlê yên li ser tesîsên nukleerê, biçûk xist. Piştî vê gotinê Serokê DYE’yê Donald Trump plana ji bo sivikkirina pêkanînên li ser Îranê betal kir.
Hamaney got, wî li dijî DYE û Îsraîlê serketin bi dest xistiye û hefteya dawî ya borî piştî êrîşa DYE’yê, êrîşî baregeheke mezin a DYE’yê ya li Qatarê kir û “şeqamek li rûyê Emerîkayê xist”. Hamaney her wiha got, Îran ti carî teslîm nabe.
Trump jî ev gotin weke ‘hêrs û nefretê’ pênase kir û pêvajoya sivikkirina pêkanînê bi dawî kir.
Trump di civîna çapemeniyê ya li Qesra Spî dayî de, li ser pirsa eger pêwîst were dîtin îhtimal heye ku bombeyên nû bên avêtina tesîsên nukleerê yên Îranê, ev bersiv da: “Ez ji dubare êrîşkirina li ser Îranê, narevim.”
Trump hefteya dawî ya borî, xwestibû ku tesîsên nukleer ên Îranê yên hatine bombekirin, ji aliyê Ajansa Enerjiyê ya Atomê ya Navneteweyî yan jî mufetîşên ji çavkaniyeke din ve bên kontrolkirin.