Komkujiya Til Rifatê li Swêd û Elmanyayê hate şermezarkirin

Komkujiya ku dewleta Tirk pêr li navçeya Til Rifat a Şehbayê kir, li bajarên Stockholm û Orebro yên Swêdê û bajarê Kîel ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

STOCKHOLM

Kurdistanî bi banga Meclîsa Jinê ya Amara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li qada Sergelstorg a Stockholmê li hev kom bûn û komkujiya dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çalakiyê de pankart hatin hildan û komkujiya dewleta Tirk hate şermezarkirin û hate xwestin ku artêşa Tirk ji Rojava derkeve. Ji çalakgeran Ayşe Goktepe axivî û diyar kir ku dewleta Tirk komkujiyên xwe yên li dijî sivîlan dewam dike.

Her wiha bang li civaka navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk gavên berbiçav biavêjin.

OREBRO

Çalakî li navenda bajêr pêk hat û wêneyên sivîlên li Til Rifatê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hatin hildan.

Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li çalakiyê axivî û bi bîr xist ku dewleta Tirk a kujer jî tevlî civîna NATO'yê ya li Londonê bû.

Qiseker helwesta NATO'yê şermezar kir ku bi rengekî eşkere dagirkeriya dewleta Tirk şermezar nekiriye û xwest ku welatên NATO'yê dawî li polîtîkayên xwe yên durû bînin û li gel gelê Kurd, hêzên YPG û YPJ'ê tevbigerin ku DAÎŞ têk birin.

Çalakgeran her wiha der barê komkujiyên bi destê dewleta Tirk ve tên kirin belavok belav kirin.

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê jî çalakiyeke şermezarkirinê pêk hat.

Nûnerên Însiyatîfa Rojava, Komeleya Kurd, Civaka Elewiyan, Kurdistan solidaritat, Anti-FA û gelek saziyan li hev kom bûn û çalakiyek pêk anîn.

Çalakgeran wêneyên şervanê enternasyonalîst Andok Cotkar û siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef hildan û li dijî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk dirûşm qîriyan.