'Ne pêkan e ku mirov qala azadiya çapemeniyê bikin'

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad derbarê binpêkirina mafên rojnamevaniyê de rapora Mijdarê eşkere kir. Li gorî vê yekê 4 rojnamevan hatin girtin, êriş li 5 rojnamevanan hate kirin û 139 rojnamevan jî hîn girtî ne.

Însiyatîfê bal kişand ser bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê ku beriya 25 salan hate kirin û êriş şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di asta heyî de avahiyên rojnameyan neyên bombekirin jî êriş dewam dikin. Yên ku êrişî rojnamevanan dikin mîna 25 sal beriya niha em ji wan re dibêjin; ev agir wê we jî bişewitîne."

Di raporê de hate ragihandin ku zexteke bi rêk û pêk li rojnamevanan tê kirin û hate gotin, "Nepêkane ku mirov li Tirkiyeyê qala azadiya çapemeniyê bikin."

Însiyatîfê destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP mîna her tiştî dixwazin rojnamevaniyê jî bikin yek tîp.

Însiyatîfê bal kişand ser rewşa rojnamevanên girtî û ragihand ku Tirkiye ew welate ku herî zêde rojnamevan lê girtî ne.

Di raporê de hate gotin, "Em hem tînin bîra hikumetê hem jî tînin bîra dadgeriyê; rojnamevan ne dengê desthilatdariyê ne, rojnamevan dengê civakê ne. Ji ber vê yekê em dixwazin hempîşeyên me yên girtî hemû tavilê werin berdan."

Li gorî raporê di nava mehekê de 12 rojnameger hatine destgîrkirin, polîsan girtine ser mala 8 rojnamegeran, 4 rojnameger hatine girtin, êrîşî 5 rojnamegera hatiye kirin, derbarê rojnamegerekî lêpirsîn hatiye vekirin, doz li 2 rojnamegeran hatiye vekirin, 51 rojnameger hatine darizandin, ceza li 13 rojnamegeran hatiye birîn (li 12 rojnamegeran 45 sal û 15 roj cezayê girtîgehê hatiye birîn, li rojnamegerekî jî 7 hezar lîre ceza hatiye birîn).

Di raporê de hate diyarkirin ku 139 rojnameger, hê jî di girtîgehê de ne.