KNK: Li dijî komkujiya dewleta Tirk rabin ser piyan

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke niviskî komkujiya dewleta Tirk a li Til Rifatê şermezar kir, bang li gelê Kurdistanê kir ku rabe ser piyan. KNK’ê her wiha bang li NATO û NY’yê jî kir ku bêdeng neminin, an na dibine hevkarên sûc ên dewleta Tirk.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke niviskî komkujiya dewleta Tirk a li Til Rifatê ya 2’yê Kanûnê, ku 12 welatiyên sivîl şehîd bûbûn şermezar kir û bang li gelê Kurdistanê kir ku rabe ser piyan.

KNK’ê bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo komkujiyê ji bo 2 rojan şîn girtiye û got, ‘’Her wiha gelek sazî û dezgehên Kurdistanî, weke mînak KCDK-E, TJK-E û hwd. ji bo vê êrîşa hovane bertek û hilwestên xwe nîşan dan, daxwaz kirin ji bo gelên me rabin xwepêşandanan, li dijî dewleta faşîst a Tirk.

‘RABIN SER PIYAN’

Em KNK jî, li hember vê êrîşa Dewleta Tirk ya qirker û dagirker, di serî de bang li gelê me yê Kurdistanî dikin, ku her li kûderê dibe bila bibe, divê li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin û bi berpirsiyariya xwe ya neteweyî rabin ser piyan. Di heman demê de divê hemû gel û baweriyên herêmê bi hev re, li dijî vê êrîşê milên xwe bidin hev bi hev re bênavber tevbigerin.

‘HEKE NATO, NY BÊHELWEST BIMÎNIN DIBINE HEVKARÊN SÛC’

Her wiha banga me li raya giştî cîhanê jî re heye; divê ûjdanê mirovatiya cîhanê, li hember vê zulma dewleta faşîst a Tirk a bi rêveberiya Erdogan bê helwest nemînin, li cem gelên me yê mezlûm cih bigirin. Heke NATO û NY, li dijî hovîtiya dewleta Tirk helwestê nîşan nedin, em wan jî hişyar dikin ku ew jî dibin hevparên gunehên wan.

Em KNK, banga xwe dubare dikin ku bi hemû hêza xwe em bi berxwedana gelên xwe re ne; êş û xemgîniya wan parve dikin û em bawer dikin serkeftin her dibe ya gelên me! Em ê bi bawerî û berxwedana xwe karibin faşîzma dewleta Tirkan û hevalbendên wan bişkînin.’’