'Em ê li ser şopa Ozgur Ulke bin'

Rojnamegeran di salvgera bombekirina Ozgur Ulke de Ersîn Yildiz bibîr anîn û gotin,''Em ê li ser şopa rastiyê bin.''

Komek rojnameger bi pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê  ji bo salvegera 25'an a bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke û şehîdkirina rojnameger Ersin Yildiz, li pêş avahiya rojnameyê ya Kadirgayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên civakî, parazvanên mafên mirovan û partiyên siyasî ji tev li daxuyaniyê bûn û li vir Rojnameger Ersîn Yildiz bibîr anîn. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut, Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakkı Boltan, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney, Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskin û gelek kesên din amade bûn. Koma rojnamegeran di çalakiyê de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" vekirin û dowîza “Ev agir dê we jî bişewitîne" û wêneyê Ersin Yildiz rakirin. 
 
'HER KU WAN BOMBE KIRIN ME JÎ DEWAM KIR' 
 
Pêşî şahidê bûyerê Rojnameger Huseyin Aykol axivî û wiha got: "Beriya bi 25 slan weke îro dema ez hatim vir, min dengê agirkujan bihîst. Li tenişta me kargeriyên pêlavan hebûn. Her dem tîner bikar dianîn. Min got belkî agir li cem wan derketiye. Ez hatim rojnameyê. Min dît ku avahiya rojnameyê şewitî ye. Agirkujê agir vedimirand. Ez hatim avahiyê rastî deriyekî reş hatim. Polîs hatibûn cihê bûyerê. Destûr nedidan em têkevin avahiyê. Tiştekî min bikira tune bû. Ez dîsa vegeriyam cihê karê kovarê. Tişta li rojnameyê pêk hatiye min xist manşeta kovarê. Piştre zîlê telefona kovarê lêket. Yê digeriya Gulten Kışanak bû. Bang min kir û ez çûm me rojname derxist. Roja dîtir me  4 rûpel rojname çap kir. Dîsa rojnameya me li bayîyan bû. Piştevaniyek xurt dan rojnameya me. Her ku wan girt me vekir. Her ku wan girt me vekir. Piştî wê rojê heta niha me 46 rojname derxistin. Me kevneşopiya çapemeniya azad heta niha 52 rojname derxistin. Wan 52 rojname girtin me derxist." 
 
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskin jî anî ziman ku ji ber Rojnameyê dengê kesên li wê axê dihatin ji bîrkirin, bilind dikir û îhlalên mezin ên li Kurdistanê dinivîsî, hat bombekirin û wiha got: "Fermana bombekirinê wê demê Serokwezira wê demê Tansu Çiller bi xwe dabû. Li ser vê axê rojnameya herî zêde rastî xeztan hat, Rojnameya Ozgur Ulke bû. Ji xebatkarê 9  salî heta  niviskarê 74 salî Musa Anter gelek xebatkarên wê hatin kuştin. Ji kesên fermana bombekirinê da Mehmet Agar, ji aliyê partiya desthilatê ve wekî serokê çeteyan hat darizandin. Lê niha Mehmet Agar û partiya desthilatê mil dane hev û bi hevre ne. Dîsa Tansu Çiller  bi partiya  desthilatê re mil daye hev û bi hevre dimeşin. Min ji roja rojname hat çapkirin heta niha li gel Ferda Çetin  parêzeriya rojnameyê kir. Ji wê rojê heta niha cihê vê rojnameyê di jiyana min de xwedî cihekî pir girîng e. Dema ez li vê rojnameyê difikirim, nişanî min dide ku ez mecbûr im têkoşîna parastina mafên mirovan bidim. Min ji bêgavî têkoşîna mafên mirovan dike. Em deyndarê miriyên xwe ne. Em deyndarê Apê Mûsa ne. Em deyndraê Ferhat Tepe û Hafız Akdemir in. Ji ber vê yekê divê em li rojnameyê xwedî derkevin û têkoşîna wan berdewam bikin." 
 
Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan jî li ser destgîrkirina rojnamegeran rawestiya û diyar kir ku dema hat bernameyê nûçegîhanê ETHA  Serdal Işık hat destgîrkirin û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya (MA) hê jî destgîrkirî ne. Boltan, anî ziman ku her meh rapora binpêkirina mafên rojnamegeran parve dikin û wiha got: "Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeha vekirî. Heta niha 139 rojnameger girtî ne. Li tevahiya cîhanê ew qas rojnaemger ne girtî ne. Em wekî xebatkarên çapemeniyê dixwazin hevalên me yên hatine girtin bên berdan. 
 
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) Ayşe Guney jî anî ziman ku kevneşopiya rêwîtiya 25 salan bi tevlêbûnên nû berdewam dike û wiha got: “Mîrateya herî girîng ji me re hiştine wêrekî û cesaret e. Rêya bingehin ku me ji rojnamegeran girt, wêrekî bû. Ev ji bo me rojnamegerên nû pir bi qîmet e. Di nava van 25 salan de buro hatin bombekirin. Rojnameger hatin kuştin. Cînayetên faîl nediyar pêk hatin. Rojnameger hatin destgîrkirin û hatin girtin. Bi dehan rojnameger hê jî girtî ne. Hevalên me yên li derve jî nikarin bi hêsanî karê xwe bikin. Mafê rojnamegeran ê siyaset û ragihandinê ji destê wan tê girtin. Li vî welatî rojnamger tên qetilkirin. Rojnamegerên welatên din jî tên vî welatî winda dibin. Welatê herî zêde jibo kuştina rojnamgeran guncav e Tirkiye ye. Em wekî rojnamegerên şopdarên mîrateya çabemeniya azad, em dê li ser şopa heqîqetê rêya xwe bi biryar û cesaret berdewam bikin. Pîşeya rojnamegeriyê li gorî rêgezan tê kirin. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniyêxurt bikin." 
 
Piştî axaftinan li pêş avahiya ku hatibû bombekirin qurnefil danîn û Ersin Yildiz ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû bibîr anîn