DMME'yê Tirkiye ji bo 'Ocalan' mehkûm kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi çarçoveya lêpirsîna derabrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkirin, destdanîna ser daneyên elektronîk yên parêzeran ku bi medeya bi navê raza pîşeyî hatî parastin, mehkûm kir.

Saziya Edlî ya Konseya Ewropa DMME'yê derbarê destdanîna ser daneyên elektronîk ên ku bi çarçoveya têkiliya ‘parêzer-muvekîl’  ku weke raza pîşeyî tê parastin û li ser radestnekirin yan jî îmhakirina wan daneyan, hûkma “bersiv nedayîna pêdiviyekî asta yekemîn a civakî” da.

DMME’yê destnîşan kir ku ew yek “li nav civakeke demokratîk  ne hewceye” û diyar kir ku Tirkiyê li gorî Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê madeya 8’an ango li hemberî jiyana taybet, malbat û danûstanê divê rêzdar be, binpê kiriye.

Di sala 2012’an de Mehmet Alî Kirdok, Mîhrîban Kirdok û Meral Hanbayat serî li AHIM’ê dane. Her sê jî endamê Baroya Stenolê ne.

Dewleta Tirkiyê bi îdîaya ku Ocalan bi awayekî veşartî bi PKK’ê re têkilî daniye, di Mijdara 2011’an de li 16 bajaran bi awayekî hemwext operasyonên serdegirtinê hatin kirin. Di dema serdegirtinan de dest danîne ser daneyên elektronîk û gelek alavan. Rexmî ku piştre parêzeran bi caran daxwaz kirine lê dane radestî wan nehatiye kirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di encama doza her 3 kesên ku serlêdan kiribûn de Tirkiye mehkum kir ku divê ji her yek ji wan re 3500 euro weke tezmînata menevî û ji bo lêçûnên dadgehê jî bi giştî 3000 euro tezmînat bide.