Dîe Welt li ser Rûken Demîr nivisî!

Yek ji rojnameya navdar a Elmanyayê Dîe Welt li ser nûçegihana MA'yê Rûken Demîr nivîsî, ku Demîr li Izmîrê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû girtin.

Rojnameya Dîe Weltê ev pêlek e bi sernava #Freethemallê çîroka jiyana nûçegihanên girtî dinivîse. Rojnameyê îro bal kişande ser nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr, ku Demîr 12'ê Mijdarê bi lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Izmîrê hatibû destgîrkirin.

Nûçegihana JIN NEWS'ê Melîke Aydin û Demîr, ji hêla rejîma  Erdogan ve, bi îdîaya ''li ser navê rêxistinê kar kirine'' hatibûn girtin. Dîe Weltê jî got Demîr ji ber karê wê yê nûçegihaniyê û ji ber nûçeyên ku çêkirine hatiye girtin.

Dîwe Weltê her wiha bal kişande ser nûçeyên Demîr yên derbarê tundiya li ser jinê û xwepêşandana protestoyî ya Qaz Dagi, ku beriya ku were girtin Demîr ev nûçe çêkiribûn. Di nûçeyê de ji bo Demîr azadî hate xwestin û hate bibîrxistin ku Tirkiye, di nav lîsteya Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas de, li nav welatên ku azadiyê binpê dikin, di rêza 157'an de ye.