HDP: Çîller bi ser neket, Erdogan jî wê bi ser nekeve

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 25'emîn salvegera êrişa bombeyî ya li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Çîller bi ser neket, nekarî çapemeniya azad bêdeng bike. Erdogan û rêveberiya wî jî wê bi ser nekevin."

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar Azad Bariş daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Di ser êrişa bombeyî ya dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê re 25 sal derbas bûn ku di 3'ê Kanûna 1994'an de hate kirin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êriş li dijî buroya navendî ya rojnameyê ya li Stenbolê, avahiya teknîkê ya li Kadirgayê û buroya rojnameyê ya li Enqereyê hate kirin û di encamê de kedkarê çapemeniyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û ji xebatkarên rojnameyê 23 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Fermana bombekirinê di civîna MGK'ê de ya di sala 1994'an de hate wergirtin. Di belgeyeke 'nepen' de ya bi îmzeya Serokwezîra wê demê Tansû Çîller rojnameya Ozgur Ulke yekser hedef hate nîşandan û hate gotin, 'Qanûn têrker nîne û divê rojname bê beralîkirin'."

Di daxuyaniya HDP'ê de hate destnîşankirin ku "beralîkirin"a nêrîna azad û çapemeniya azad kevneşopiyeke dewletê ya otorîter û tekperest a sedsalî ye ku ev rêbaz hîn jî tê bikaranîn.

HDP'ê ragihand ku li dijî êrişên giran her tim rojnamevan hebûn ku rûmet û exlaqa çapemeniyê parastin, rastî ragihandin û destnîşan kir, "Mîrateya herî mezin a vî welatî têkoşîna xwedîderketina li rastiyê ye."

HDP'ê diyar kir ku kevneşopiya çapemeniya azad a 35 salan bi têkoşîneke bi vî rengî berbiçav bû û ragihand, "Tenê ji ber vê yekê kevneşopiya çapemeniya azad a bi pêşengiya Apê Mûsayan timî bû hedefa êrişên giran. Li Tirkiyeyê 50 ji sedî yê xebatkarên çapemeniyê yên jiyana xwe ji dest dan ji saziyên çapemeniyê yên vê kevneşopiyê ne. Ev yek rasthatinek nîne, bi rengekî eşkere hedefkirine.

AKP bi êrişên xwe yên dijî çapemeniya azad dîroka tarî ya salên 1990'î temsîl dike. Bi êrişên bênavber ên dijî çapemeniya azad ne kêmî rêveberiya Çîller û rabirdûya wê ya salên 1990'î ye. Bi êrişên xwe yên nû Çîller jî li pey xwe hiştiye. Piştî 15'ê Tîrmehê ku AKP'ê weke 'xêra xwedê' şikur jê re kir, bi sedan saziyên çapemeniyê yên li ser şopa rastiyê hatin girtin, bi sedan rojnamevan hîn jî li girtîgehê ne."

HDP'ê destnîşan kir ku AKP bi kiryarên xwe nîşan dide ku ew rabirdûya tarî dewam dike û ragihand, "Çîller bi ser neket, hêza xwe têrê nekir ku çapemeniya azad bêdeng bike. Erdogan û rêveberiya wî jî wê bi ser nekevin. Em vê yekê ji ber ked û têkoşîna bi biryar a kedkarên çapemeniya azad dibêjin. Êrişa li dijî çapemeniyê êrişa li dijî civakê ye, parastina çapemeniya azad parastina mafê civakê yê ji bo hînbûna rastiyê ye. Em civak daxwaza mafê xwe yê hînbûna rastiyê dikin û ne hewcedarî derew û manîpulasyonê ne."

HDP'ê di salvegera 25'an a hewldana komkujiyê de ya li dijî Ozgur Ulkeyê ev hewldana komkujiyê şermezar kir û Ersîn Yildiz û rojnamevanên hatin qetilkirin hemû bi rêzdarî bi bîr anî.