Buldan: Tirkiyeya bêyî AKP ne dûr e

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bulan got,''Êdî Tirkiyeya bêyî AKP ne pir dûr e. Hewcehiya welêt bi hilbijartineke pêşwext heye.''

Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervîn Buldan, di koma HDP'ê ya Meclîsê de bal kişand ser krîza aborî û wiha got: "Yên dibêjin ez xizanim û krîza aborî heye tên girtin. Em li vir aşkere dibêjin Krîza aborî ya giran heye. Krîza niha ji krîza 2001'an girantir e. Dîsa dizî heye. Dizê herî mezin desthilata AKP'ê ye." Buldan, fîltreyên santrala termîkê jî rexne kir û got: "Hişmendiya AKP'ê ji dûxana kulekên santrala termîkê qirêjtir e. Divê AKP berî her tiştî hişmendiya xwe fîltre bike.''

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma HDP'ê de bal kişand ser geşedanên nava hefteyê. Buldan, ewil  mêvanên li salonê silav kir û wiha got: "Welatiyên me yên astengdar di nava me de ne. Hemû bi xêr hatine. Duh ji Girtîgeha Edîrneyê agahiyan em xistin nava fikaran. Rewşa brêz Sehahattîn Demîrtaş, em xistin nava fikaran. Hevalên me yên parlamenter duh çûn hevdîtin pêk anî. Îro jî hevalên me çûn Edîrneyê. Em fêr bûn ku rewşa wî baş e. Ew sewqî nexweşxaneyê kirine. Rewşa wî baş e." 
 
Buldan, anî ziman ku 3 sal in, Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag li dijî hiqûqê girtî ne û wiha axivî: "Dîsa hemû parlamenter û hevşaredarên me li dijî hiqûqê girtî ne. Divê hemû girtî bi lez bên berdan. Ger ku tiştek bê serê wan berpirsiyar hikûmet e. Îro 3'yê kanûnê ye. Rojnameya Ozgur Ulke di sala 1994'an de hat bombekirin. Wê demê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da. Em wî bibîr tînin. Wê demê bi kuştinê, bombekirinê xwestin çapemeniyê bêdeng bikin. Lê bi ser neketin. Niha dixwazin bi girtinê çapemeniye bêdeng bikin. Lê li vî welatî çapemeniya azad tu carî bêdegn nebû û tu carî bêdeng nabe. " 
 
HDP DENGÊ ASTENGDARAN E
 
Buldan, bi minasebeta roja astengdaran ji bal kişand ser mafê astengdaran û wiha axivî: "Îro nifûsa Tirkiyeyê ji sedî 13 astengdar e. Standarta jiyana astengdaran, jiyana standarta welatekî nîşan dide. Îro astengdar ji hemû mafê xwe bêpar dimînin. Divê astengdar wekî nerînek navendî bêne dîtin. Ji bo astengdarî bê rakirin divê em vê meseleyê wekî erka xwe ya sereke bibînin. Divê em feraseta şaş a li hemberî astengdaran ji holê rakin. Daxwaza wan hemwelatîbûna wekhev in. Em  HDP jî, ji bo mafê wan ê welatîbûna wekhev heta dawî diparêzin û li pişt vê daxwazê ne. Em dibêjin astengdar ne bi tenê ne. HDP li pişt we ye û dengê we ye."  
 
HER ROJ JIN TÊN KUŞTIN
 
Her roj cînayetên jinê pêk tên. Delîl, faîl û şahid li holê ne. Lê bersûc nayê cezakirin. Ji ber daraz bersûcan naşopîne û ceza nake, rê li pêş cînayetan vedike. 10 kes li Kizilayê kom bibin û dengê xwe bînin ziman bi sedan polîs li dora wan kom dibe. Lê jinek rasti tundiyê bê daraz doza wê naşopîne. Ji ber vê yekê cînayet di çavdêriya dewletê de pêk tê. Tenê îsal 390 jin hatin qetilkirin. Em bang li jinan dikin tu carî bêdeng nebin. Em HDP li pişt we ne. Têkoşîna we tekoşîna HDP'ê ye. " 
 
EDALET Û HIKÛQ TUNE YE
 
Buldan, bal kişand ser zêdebûna cînayeta jinan û cînayeta karkeran û wiha pê de çû: "Ev cînayet nîşan dide ku edalet, hiqûq li vî welatî tune ye. Daraza heyî ji bo berjewendiya desthilata biparêze heye. desthilata ku welatiyan naparêze 24 saetan bi HDP'ê mijûl dibe. Bi Amepsporê mijûl dibe. Desthilata ku ji futbolê ditirse. Gel li pişt Amedsporê ye.
 
DOZGERÊ AKP'Ê DERKETINE NEÇÎRA HDP'Ê
 
Rojnameger, sendîkavan, parazvanafên mafên mirovan jî  di nav de 150 kes hatin destgîrkirin û gelek ji wan hatin girtin. Di mehek dawî de zêdeyî 350 endam û rêveberên HDP'ê hatin destgîrkriin û gelek ji wan de hatin girtin. Dozger û dadgerên AKP'ê raste rast derketine neçîra HDP'ê. Endamên DAIŞ'ê li derve serbest digerin. Lê nayên destgîrkirin û nayên girtin. Li aliyê din HDP siyaseta demokratîk dike, her roj endam û rêveberên HDP'ê, hevşaredarên HDP'ê tên destgîrkrin û girtin. Her roj jin tên kuştin. Kujerên wan nayên destgîrkirin û girtin. Lê di mehekê de zêdeyî 350 HDP'î hatin destgîrkirin. Ger ku li sûc digerin, wêde mê divê li kesên li kêleka wan dimeşîn binerin. Qeyûm berdewama dewleta paralel e. Ev rejîma qeyûman tayîn dike, rejîma înkar, tunekirinê ye. Desthilata AKP'ê tenê astengiyek li pêş wan heye. Ew jî HDP ye. Ji ber ku ji HDP'ê ditirsin dixwazin HDP'ê tune bikin. Ji bo desthilata xwe saxlem bikin berê xwe didin HDP'ê û dixwazin HDP'ê tune bikin. Lê xwe dixapînin. Nikarin HDP'ê tune bikin. AKP û MHP wê biqede, lê tu carî HDP naqede. Ji ber ku em ji kevpeşopiya ku me 12'ê ÎLonê dîtiye hatine. Em ji kevhepoşiya kesên bedelên herî giran dîtine tên. Em li gel komkujiya Çorum, Sîwas, Mereş û bajarên din disa dengê xwe bilind dikin." 
 
CIVAKA ELEWÎ DIKIN HEDEF 
 
Buldan, bal kişand ser êrişên li ser civaka Elewî jî û wiha berdeam kir: "Di rojên dawî de dîsa malên Elewiyan xêz dikin û dikin hedef. Dîsa dixwazin Çorum û Mereşê dubare dikin. ÎŞÎD û OSO li Sûriye berê xwe didin Elewiyan. Li vir jî berê xwe didin elewiyan. Ev ji hev ne serbixwe ye. Em dibêjn destê xwe ji ser elewiyan vekişinin. Tişta hûn bikin hûn hurmetê nîşanî baweriya Elewiyan bînin. Heta niha we kijan pirsgirêkên elewiyan çareser kiriye ku hûn mafê axaftinê di xwe de dibîne. Em bang li civaka elewî dikin û dibêjin, qet xema nexwe. HDP li pişta we ye. HDP dengê  we ye." 
 
EV GEL TU CARÎ BÊDENG NABE
 
AKP dixwaze Kurdan bi qeyûman, Elewiyan bi îşaretan, jinan bi kuştinê, rojnamegeran bi girtinê encam bistîne. Lê heta niha encam negirtiye, ji niha û şûnde jî nikare encamê bistîne. Vî gelî heta niha li dijî tecrîdê bêdeng nebûye. Ji niha û şûnde jî bê deng name. Li pişta me bi milyonan gel heye. Em tu carî têk neçûn em ji niha û şûnde jî dest ji têkoşîna demokrasî û azadiyê bernadin. Em naçin em li vir in. Em her dem hebûn em ê hebin. Soza me ji mazlum, îbrahîm, belgînan re heye. Em soz didin ku dê her dem meşaleya azadiyê geş bibe."  
 
KRÎZA GIRAN HEYE
 
Buldan, herî dawî bal kişand ser pirsgirêkên aborîe û wiha got: "Hemû welatî deyndar in. Her roj zem dibe. AKP'ê çavê xwe berdaye perê karker, çotkar û welatiyan. Krîza aborî her roj zêde dibe. Welatî êdî nikare debara xwe bike. Lê derdê AKP'ê Balafirên F-35 û S-400. Derê AKP'ê gule û meaşê OSO ye. Karker bêje ez betal im, xizan bêje ez birçî me, dê bên girtin. Ev Tirkiyeya rejîma yek zilamî ye. Di demek nîzîk de krîzê ji alfebeyê derxin qet çaş nebin. Yên dibêjin krîz heye tên girtin. Niha ji sala 2001'an krîza mezintir heye. Em li vir dibêjin, krîzer pir giran heye.  Krîz li Qesre nayê dîtin. Ji ber ku ew nizanin gel çi dijîn. Welatiyên pere nabine û întîhar dike, Qesr pereyan li şer xerç dike, pereyan di ser xwe re davêje. Pere ji destê çatal û kevçiyan re heye. Ev pergala serokwezîrtiyê ye. 
 
DIVÊ BERÊ MÊJIYÊ XWE FÎLTRE BIKIN
 
Buldan, bal kişand ser santralên termikê û wiha got: "Termîkê Sentrîlê derdorê qirêj dike. Divê bi lez fîltrê têxe van standalan. Lê divê berî her tiştî fîltê têxe hişmendiya AKP'ê. Hişmendiya desethilatê ji dûxana santralên termikê ne cudatir e." 

BANGA HILBIJARTINA PÊŞWEXT

Buldan her wiha got,''Tirkiyeyeke bê AKP'ê êdî ne dûr e. Me HDP'ê ji bo ku ev pêvajo zêdetir nedome, banga hilbijartina pêşwext kir. Em banga xwe dubare dikin. Pêdiviya welêt bi  hilbijartineke pêşwext heye. Xilasbûna ji vê desthilatê û di serî de destûreke nû, destpêkirina demokratîkbûneke mezin divê rojeva lezgîn a vî welatî û hemû hêzên demokrasiyê yên civakê be. 7'ê Hezîranê, 1'ê Mijdarê, 24'ê Hezîranê, 31'3e Adare û 23'yê Hezîranê em bi ser ketin, em ê dîsa bi ser bikevin.''