ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Basil Mihemed Nezîr ê ji Sûriyeyê li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hate birîndarkirin û ji bo bê dermankirin ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Nezîr diyar kir ku dema li nexweşxaneyê bû gurçika wî hatiye dizîn û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir.

Şêniyên Colemêrgê dibêjin, dema ne ji neçarî bin naçin şaredariya hatiye desteserkirin û wê ti carî qeyûm qebûl nekin.

Dengbêj Evdilezîzê Koçer anî ziman ku ew ji zarokatiyê ve klaman dibêje û destnîşan kir, ku dengbêjî çanda kevnare ya Kurdane û divê lê bibin xwedî.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber bandora avhewayê û şer wê di sala 2020'î de nêzî 170 milyon mirov hewcedarê alîkariya mirovî bin ku nîvê wan wê li Efrîkayê bin.

Piştî ku Serokê Emerîkayê Trump biryar wergirt ku bi Talîbanê re ji nû ve dest bi hevdîtinan bike, nûnerê taybet Zalmay Khalîlzad ragihand ku wê biçe Efganistanê û piştre biçe Qatarê.