Kongra Gel: Li dijî dagirkeran em yekîtiya neteweyî pêk bînin

Kongra Gel ji bo meş û mîtîngên yekîtiya neteweyî bang kir û diyar kir, "Ji bo hêvî û daxwaziyên gelê Kurdistanê hemû cîhan bibîhîze, pêwîst e hîç kesek di malên xwe de nemine."

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel li dijî êrişên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li çar perçeyên Kurdistanê; li hemberî êrişên dewletên dagirker ên ku niha berdewam dike, li her devera ku Kurd lê ne bi pêşengtiya komîteyên neteweyî yên herêman, li roja 7’ê Kanûnê bi duruşma “ji bo têkbirina dagirkeriyê, yekîtiya neteweyî ava bikin”, meş û mîtîng têne çêkirin.

Em li ser navê KONGRA-GEL; ev meş û mîtîngên ji bo yekîtiya neteweyî çêdibin, hemuyan bi dil û can silav dikin. Îro gelê Kurd bi 'Şoreşa Rojava' di rojeva cîhanê de ye. Eger em wek gelê Kurd bi yek deng bin, em dikarin bi piştgiriya gelên cîhanê jî êrişên dagirkeran têk bibin.

Ji ber vê yekê em wek KONGRA-GEL dibêjin ku 'gelê Kurdistanê bi yekîtîya neteweyî re dikare êrişên dagirkeran têk bibe'. Pêwîst e gelê me vê daxwaziya xwe, bi çalaki û bi berxwedanên xwe xurt bike û li ser partî û saziyan zext bike.

Ji ber vê yekê jî banga me ji bo gelên Kurdistanê ew e ku; ev meş û mîtîngên 7’ê Kanûnê yanî roja şemiyê ji bo yekîtiya neteweyî pêk tê, bi tevlêbûneke mezin beşdar bin. Ji bo hêvî û daxwaziyên gelê Kurdistanê hemû cîhan bibîhîze, pêwîst e hîç kesek di malên xwe de nemine.

Ji ber komkujiya dewleta faşist a Tirk ya li ser gelên Rojava, taybetî jî ji ber qetlîama zarokên Efrînê yên li Şehba’yê, pêwîst e herkes seferber bibe û bibe hawara zarok û dayîkên Efrînê. Pêwîst e herkes bi derûdorê xwe bi girseyî tevlî meş û mîtîngan bibe û dengê gelên Kurdistanê bide cîhanê."