Hovîtiya dewleta Tirk a li Til Rifatê hate şermezarkirin
Komkujiya ku dewletê dagirkerê Tirk li Til Rifatê pêk anî, bi çalakiyan li Almanya, Hollanda, Yewnanîstan, Fransa û Siwîsreyê de hatin protestokirin.
Komkujiya ku dewletê dagirkerê Tirk li Til Rifatê pêk anî, bi çalakiyan li Almanya, Hollanda, Yewnanîstan, Fransa û Siwîsreyê de hatin protestokirin.
Komkujiya dewleta Tirk ya li Til Rifatê li bajarê Wuppertal a Almanyayê hate protestokirin.
Meclîsa Jin a Viyan ya Wuppertalê êvarî li ber HBF’ê çalakiyek pêk anîn. Gel pankarteke mezin ya li ser hatibû nivîsandin “Rojava tevahiya mirovatiyê diparêze” hilgirtibûn, ser esasê protestokirina dewleta Tirk drûşmeyan berz kirin. Wêneyên ku tê de komkujiya zarokan şermezar dike û alayên YPG, YPJ û TJKE hatin bilind kirin. Di nava weêneyan de wêneya ku li ser hatibû nivîsandin ‘Wêneyên zarokên hatinî kuştin na, frotina çekan qedexe bikin’ bal kêşand. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.
ADRESA ÇALAKIYA LI KOLNÊ PÊŞIYA UNÎCEF BÛ
Li bajarê Kolnê jî li ber avahiya navendî ya UNÎCEF’ê ya Almanyayê komkujî hate protestokirin. Di çalakiyê de, ya ku bi pêşengtiya Meclîsa Jin a Viyan ya Kolnê hatibû organîzekirin, wêneyên zarokên hatibûn qetilkirin û wêneyên ku li ser hatibûn nivîsandin “Erdogan kujerê zarokan” û “Li Rojava zarok dimirin” hatin hilgirtin. Çalakgeran derbarê komkujiyê rayedarên UNÎCEF’ê agahdar kirin.
OSNABRÛCK
Li bajarê Osnabrûck a Almanyayê çalakiyek ji bo protestokirina komkujiyê hate sazkirin. Çalakiya ku tê de belavok hatin belavkirin bi berzkirina drûşmeyan bidawî bû.
HAGEN
Li bajarê Hagen a Almanyayê jî Kurdistanî û dostên wê li qada bûn. Kurdistanî û dostên wê ku li Istasyona Navendî ya Metroyê hatin gel hev, pankarta “Erdogan kujerê zarokan” hate hilgirtin. Çalakî bi drûşên ku komkujî şermezar dikir bidawî bû.
DUÎSBURG
Li bajarê Duîsburgê komkujî bi çalakiyekê hat protestokirin.
Di axaftian de, ku di nav çalakiyê de hatin kirin komkujiyên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û banga hişyariyê li raya giştî a cîhanê hate kirin. Di çalakiyê de bi berdewamî drûşmeyên “TC ji Rojava bicehime” û “Erdoganê kujer” hatin berzkirin.
BERMEN
Li Bermenê jî çalakî li Bahanhof Vor Platzê pêk hat. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û pankarta ku li ser hatibû nivîsandin “Bila Rojava herêmekî ji firînê re qedexe bê ragihandin” hate hilgirtin.
BERLÎN
Komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifatê li zarokan kir, li paytexta Elmanya Berlînê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên zarokên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan. Qisekeran bêdengiya li pêşberî komkujiyê şermezar kirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê qetilkirina zarokan bi destê dewleta Tirk hate şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û mîtîngek pêk anîn. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û dirûşm hatin qîrîn.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgartê jî çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de komkujiya ku dewleta Tirk kir hate şermezarkirin û der barê mijarê belavok hatin belavkirin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî li pêşiya Parlamenta Hollandayê çalakiyek hebû. Belavokên bi zimanên Hollandî û Îngilizî hatin belavokirin û sûcên şer ên dewleta Tirk hatin teşhîrkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer Tirkiye", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.
LAVRÎO
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê jî meşek pêk hat û qetilkirina zarokan hate şermezarkirin. Meşê ji kampa Lavrîo dest pê kir û alên PKK, KCK, YPG, YPJ û TEV-DEM'ê hatin hildan û pankartên ku komkujiyê şermezar dikin hatin hildan. Piştre li meydana Lavrîo mîtîngek pêk hat.
ZURÎCH
Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê jî li Rathaûsbruckeyê ku Parlamenta Kantonê lê ye çalakiyek pêk hat. Çalakgeran dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" qîriyan û belavokên bi zimanê Elmanî der barê komkujiyê de xwendin.
BERN
Li bajarê Bernê yê Swîreyê Kurdistanî li Helvetîaplatzê li hev kom bûn û komkujiya ku dewleta Tirk li zarokan kir bi dirûşman şermezar kirin. Kurdistanî piştre ber bi Casînoplatzê meşiyan. Siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay li qada mîtîngê axivî.
BASEL/LÛZERN
Li Basel û Lûzernê jî Kurdistanî tevî dostên xwe çalakî kirin. Swîsreyiyan jî piştgiriya çalakiyê kirin û komkujiyên ku dewleta Tirk dike şermezar kirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê li pêşiya Nûnertiya Parlamenta Ewropayê mîtîngek pêk hat û komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifatê li dijî zarokan kir hate şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên zarokên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan.