Li Kocaeliyê terora dewletê: 14 HDP'yî hatin girtin

Li Kocaeliyê 14 kesên ku Mijdarê hatibûn destgîrkirin û di nav wan de Hevseroka Bajêr a HDP'ê Leyla Aygun jî hebû hatin girtin, 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li Kocaeliyê Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Leyla Aygun jî di nav de 14 kes hatin girtin û 8 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Li Kocaeliyê di 26’ê Mijdarê de polîsan li dijî rêveberên HDP’ê operasyon pêk anîbû û di serdegirtina malan de 22 kes binçav kiribûn. Îfadeyên 22 kesan li emniyetê bi dawî bû û ew sewqî Dadgeha Kocaeliyê hatin kirin. 
 
Dozger û dadger bi angaşta “endamên rêxistinê ne” Hevseroka HDP’a Kocaeliyê Leyla Aygun, Endamê Meclîsa HDP’ê Mehmet Alçinkaya, Hevserokê HDP’a Gebzeyê Ebubekîr Çoban, rêvebera HDP’a Kocaeliyê parêzer Zakîre Dundar, endamên HDP’ê Damla Bagci, Melek Yerkan, Gokhan Demîrtaş, Şenol Daşdemîr, parêzer Yuksel Genç, Osman Kurum, Hasret Erdem, Meryem Uslu, Emiîne Karaslan û Kutbettîn Guneşsu dan girtin. 
 
14 KES HATIN GIRTIN BIRIN GIRTÎGEHÊ
 
Hesabirê HDP’a Kocaeliyê Îrfan Demîr, endamê Meclîsa HDP’ê Engîn Guleser, endamên HDP’ê Tekîn Gur, Bîret Aydemîr, Kudret Davutoglu, Mehmet Karaslan, Mekiye Aydin û Necla Erdogan jî piştî îfadeyên dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Endamê Meclîsa HDP’ê Bulent Uyguner ê di 26’ê Mijdarê de di nava vê pêla destgîrkirinê de hatibû destgîrkirin, di 28’ê Mijdarê de bi angaşta “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin.