'Divê gelê me yê li Ewropayê jî tevlî şîna neteweyî bibe'

KCDK-E'yê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku tevlî şîna neteweyî ya du rojan bibin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji ber komkujiya li Til Rifatê ragihand.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku Rêveberiya Xwesera Bakurê Sûriyeyê ji ber qetilkirina 10 sivîlan ku 8 ji wan zarok in bi destê dewleta Tirk ve, ji bo du rojan şîna neteweyî ragihand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a mêtinger dûrî hiqûq, exlaq û wijdan komkujiyên ku li Kurdistanê dike li pêş çavên dinyayê dewam dike û hate gotin, "Ji bêdengiya dinyayê hêzê werdigire û di 2'ê Kanûnê de bi qetilkirina 10 sivîlan ku 8 ji wan zarok bûn êş û hêrsa gelê me zêde kir. Bêdengiya dinyayê dibe sedem ku dewleta Tirk komkujiyên nû bike û nirxên mirovahiyê binpê bike.

Di serî de gelê Kurd û her kesên xwedî wijdan û bi rûmet û KCDK-E em ê li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Rojava ya ji bo şîna du rojan tevbigerin û di çalakiyên de xwe de kûrdeleya reş bi xwe ve bikin û saziyên me jî wê li gorî vê biryarê tevbigerin.

Di çalakiyên xwe yên her du rojan de em ê wêneyên zarokên hatin qetilkirin bi kûrdeleyên reş hildin. Ji bo şermezarkirina vê bêdengiya mirovahiyê û pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser em ê kûrdeleyên reş bi navendên civakî yên li Ewropa, Japonya, Kanada û Awûstralyayê ve bikin.

Daxuyaniya UNICEF'ê erênî ye lê têrker nîne. Em bang li saziyên mafên mirovan, saziyên mafên zarokan û UNICEF'ê dikin ku li dijî van komkujiyan helwesteke xurt nîşan bidin û dewleta Tirk şermezar bikin. Her wiha em bang li mirovahiya xwedî wijdan dikin ku li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bike.

Bi komkujiya ku li zarokên Kurd kir dewleta Tirk nîşan da ku wê polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan bi rengekî bêexlaq dewam bike. Em bang li Kurdistaniyan dikin ku li dijî mêtingeirya Tirk a ku dijminatiyê li rûmet, xak û jiyana wan dike, li dijî van barbarên ku êrişî jin, zarok, extiyar, ciwanan her kesî dikin dakevin qadan û li ber xwe bidin.

Artêşa Tirk ku beşek ji NATO'yê ye li pêş çavên hêzên navneteweyî komkujiyeke qirkirinê kir. Em vê komkujiya barbar a dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û 4'ê Kanûnê jî weke şîna neteweyî ya li tevahiya dinyayê radighînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku di 4'ê Kanûnê de ji bo şîna neteweyî bantên reş bi saziyan û qadan ve bike û bi rengekî çalak tevlî vê çalakiyê bibe."